NPG’ê berxwedana gerîlayan a li dijî dagirkeriyê pîroz kir

NPG’ê gerîlayên li eyaleta Xakurkê ya Başûrê Kurdistanê , ji ber çalakiyên xwe yên li dijî  dagirkeriya artêşa Tirk pîroz kir.

NPG’ê berxwedana gerîlayan a li dijî dagirkeriyê pîroz kir
3 hezîran, 2018   10:22

 NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) gerîlayên li eyaleta Xakûrkê ya Başûrê Kurdistanê ji ber çalakî û berxwedana wan li dijî dagirkeriya Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê pîroz kir.

Peyama Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) a di malpera fermî ya HPG'ê de hate weşandin wiha ye:

"Çalakiya ku hêzên we yên eyaletê li Neqeba Elî Dirêj li dijî hêzên dagirker ên Tirk roja 31'ê Gualna 2018'an kirin, ji aliyê wêrekî û taktîkê ve çalakiyeke serketî bû. Vê çalakiyê careke din nîşan da; eger hunera xurt a manewrayê û taktîkên dewlemend ên gerîla bi şêweyekî afirîner bên bikaranîn, pêkane ku hêz û teknîka dewleta faşîst-mêtinger bê qelskirin û bêyî dayina windahiyan, derbên kujer û giran li hêzên dijmin bên xistin.

Di vê çarçoveyê de bi rêbaza çalakiyê û ruhê serdemê li Neqeba Elî Dirêj a Lêlîkanê hêzên we hedefa xwe îmha kirin, bi ser dijmin ve çûn û çek û alavên leşkerî ji ser wan rakirin. Bi navê rêveberiya tevgera me, em hemû hevrêyên fermandar û şervanên tevlî vê çalakiyê bûn pîroz dikin û hêvîdar in ku wê timî serketî bin.

Hemû hevalên çalakger, we û hemû hêzên li eyaletê bi hezkirin û rêzdarî silav dikin. Di têkoşîna şoreşgerî ya pîroz de hêvîdar in ku hûn ê timî serketî bin."