Li Amarîka balafirek ket xwarê: 2 mirî

Balafirek biçûk ku 4 rêwî li ser bûn li beranberî girava Long Island a DYA kete xwarê. Di encamê de 2 rêwiyan jiyana xwe ji dest dan û 2 winda ne.

Li Amarîka balafirek ket xwarê: 2 mirî
3 hezîran, 2018   09:56

NAVENDA NÛÇEYAN

Tîpên Deryayî yên Amarîka ragîhandin ku balafirek biçûk a rêwiyan derdora 1,6 kîlometreyan dûrî girava Long Island hate xwarê. Li ser balafirê 4 kes hebûn, ji wan 2 jiyana xwe ji dest dan û 2 hîn jî winda ne.

Hate gotin ku cenazeyên 2 kesan ji deryayê hate derxistin û 2 kesên din hîn jî winda ne.

Derbarê sedema ketina balafirê tu agahî ne hate dayîn.