Sererastkirina toreyên avê li navçeya Eyn Îsa destpê kir

Şaredariya Gel a Eyn Îsa dest bi sererastkirina toreyên ava vexwarinê kir.

Sererastkirina toreyên avê li navçeya Eyn Îsa destpê kir
Sererastkirina toreyên avê li navçeya Eyn Îsa destpê kir
Sererastkirina toreyên avê li navçeya Eyn Îsa destpê kir
Sererastkirina toreyên avê li navçeya Eyn Îsa destpê kir
3 hezîran, 2018   10:38

GRIÊ SPÎ

Toreyên avê yên navçeya Eyn Îsa ji ber kiriyarên çeteyên DAIŞ`ê xirab bûn. Ji ber vê yekê werşeyên girêdayî komîteya Avê dest bi sererastikirina toreyên avê kirin. hate diyarkirin ku nêzî 1 kîlometir  ji toreyên avê xirab bûne.

Di vê çarçoveyê de xebatkarê ku karê sererastkirinê dişopîne Îbrahîm El-Ehmed destnîşan kir ku wan hemû toreyên avê yên xirab bûne guhertin.

El-Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de got ku werşeyên (ekîbên) kar hemû boriyên avê guhertin da ku av bi awayekî baştir bighê navçeyê.

Wek ku hatiye payîn wê kar û xebatên sererastkirinê di nava 40 rojan de bidawî bibe.

(bx)

ANHA