Kesên nenas bombeyek destan avêtin nav sivîlên Reqayê

Çend kesên nenas bombeyeke destan avêtin nav welatiyên bajarê Reqayê.

Kesên nenas bombeyek destan avêtin nav sivîlên Reqayê
2 hezîran, 2018   20:27

REQA

Li kolana Seyf Edewla ya bajarê Reqayê, saet di 21:00‘an de çend kesên nihatin zanîn kî ne bombeyek ku bi destan hatî çêkirin avêtin nava komeke sivîlan, derbarê encamanê, tenê ziyanê madî çêbûn.

Li gorî agahiyên ku welatiyên herêmê dane, kesên ku bombe avêtine, li ser motorsêklek û erebeyeke "Honday" bûn, piştî bombe avêtin nav sivîlan reviyan.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn berê xwe dan cihên bûyerê û lêpirsîn dan destpêkirin.

(bb)

ANHA