Darên zeytûnan jî ji dagirkeran ne filitîn

Dewleta Tirk a dagirker ji beriya 6 mehan ve  ava çemê Firatê ya ku di Sûriyê re derbas dibe qut kiriye. Ji ber vê yekê zerarên mezin gihiştiye herêmê bi giştî û Bakurê Sûriyê bi taybet.

Darên zeytûnan jî ji dagirkeran ne filitîn
1 hezîran, 2018   11:14

ESMEHAN UMER / TEBQA

Herêma Tebqayê beriya ku şervanên QSD`ê wê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgarkirin di aliyê çandiniyê de paşketîbû. Ji ber şerê li herêmê şêniyan nikarîbûn baş li çandiniya xwe binêrin û karê çandiniyê bikin. Çeteyan gelek bace li ser welatiyan feriz kirine. tovên wan di bin navê zikê de ji aliyê çeteyan ve dihat dizîn.

Artêşa Tirk a dagirker li ser pîvanên çeteyên DAIŞ`ê dimeşin. Lê vê carê damarê çandiniyê qut kir. Qutkirina ava çemê Firatê bi awayekî neynî bandor li çandiniya herêmê kir. Bandora wê li ser darên zeytûnan diyar dike. Ji ber ku çandina darên zeytûnan li herêma Tebqayê pire. Zeytûn yek ji berhemên serke ku şêniyên herêmê ji xwe re esas digirn.

Axa herêma Tebqayê ji bo çandiniya bejî nayê. Ji ber ku pêwîste hertim were avdan û derman kirin. Ev yek li ser dara zeytûnê jî pêk tê. Ji ber k dema av qut dibe ev yek zerarê li mewsimê zeytûnan dike. Ji ber vê yek mewsimê îsal ne weke salên berê bû û gelek zerara li zeytûnan hat.

Di vê çarçoveyê de yek ji cotkarên gundê El-Tela yê gundwarê başûr rojavayî bajaroka El-Cirniyê ya bakur rojavayî herêma Tebqayê Abdulselam Abdullah got ku 200 darên wî yên zeytûnê hene. Abdullah diyar kir ku îsal ji ber kêmbûna avê gelek zerar giha mewsimê wan. Her wiha Abdullah destnîşan kir ku ji ber ku di demên dawî de baran bi awayekî dijwar bariya kulîlkên darê zeytûna weşiyan.

Abdullah got ku dibe mewsimê zeytûnê îsal ji sedî 1 be û ev yek pir kême.

(bx)

ANHA