Amarîka hevkarê dewleta Tirk li Sûriyê kir lîsteya terorê

Wezareta Karê Derve ya Amarîka navê Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) ku li Idlibê yek ji hevkarên sereke yên dewleta Tirke  û hin navên din xistin lîsteyên rêxistinên teror.

Amarîka hevkarê dewleta Tirk li Sûriyê kir lîsteya terorê
1 hezîran, 2018   10:39

NAVENDA NÛÇEYAN

Cebhet El-Nusra yek ji hevkarên sereke yên dewleta Tirk e. Herî zêde li Idlibê bi wê re di nava hevkariyê de ye.  Piraniya Idlibê di bin dagirkeriya wan de ye û li gorî itîfaqa di navbera Tirkiyê, Rûsiya û Îranê ku li Astana pêk hat, herêma di bin dagirkeriya wan de girêdayî Tirkiyê ne.

(dc)