Li Yemenê 16 çekdarên Hûsî hatin kuştin

Li eniya beravê ya rojavayê Yemenê di navbera hêzên Yemenê ku piştgiriya xwe ji Koalîsyona Erebî digre û alîgirên Hûsî şer derket. Hêzên Yemenê li nêzî bajarê El-Hedîda hêzên xwe bi cih kirin. Di encama şer de 16 çekdarên Hûsî hatin kuştin.

Li Yemenê 16 çekdarên Hûsî hatin kuştin
1 hezîran, 2018   10:34

NAVENDA NÛÇEYAN

 Çavkaniyên ji Yemenê diyar kirin ku şerê di navbera herdû aliyan li herêmên El-Taif, Mezari El-Hisêniyê ye û li nêzî mudîriyeta El-Tihêta yên Yemenê di navbera hêzên piştgiriya xwe ji Koalîsyona Erebî digirin û hêzên Hûsî de şer derket. Hate gotin ku di şer de 16 endamên Hûsî hatin kuştin.

Di heman demê de çavkaniyan destnîşan kirin ku çekdarên Hûsî riya di navbera parêzgehên Rîme û El-Hedîdiyê ku nêzî hev in ji ber sedemên ne diyar girtin.

(dc)