Rewşa çandiniyê li bajarê Reqayê

Çandinî ji bo welatiyên Reqayê damara jiyanê ye. Piraniya welatiyan debara xwe ji çandiniyê werdigirin. Ji ber ku hikûmeta Tirkiyeyê herikîna ava çemê Firatê birrî ye, bandoreke neyînî li rewşa çandiniyê ya herêma geliyê Firatê bûye. Her wiha ji ber kêmbûna barana îsal ziyaneke neyînî bi hilberîna çandiniyê bûye.

Rewşa çandiniyê li bajarê Reqayê
Rewşa çandiniyê li bajarê Reqayê
Rewşa çandiniyê li bajarê Reqayê
Rewşa çandiniyê li bajarê Reqayê
1 hezîran, 2018   10:05

EMÎNE EL-ELÎ / REQA

Rewşa çandiniyê di van salên aloziya Sûriyeyê de gelekî paşve çûye, nemaze gelek pompên avê û kanalên avdana zeviyan rawestiyan û vê yekê bandoreke neyînî li giştî jiyana cotkaran kir.

Li herêma Reqa di van salên borî de ji ber gelek sideman rewşa çandiniyê gelekî paşve çûye. Yek ji van sideman şerê li herêmê bû, nemaze gelek kanalên avdana zeviyan hatin hilweşandin û komên çete gelek pompên derxistina avê diziyan.

Sedema din a sereke ya paşveçûna çandiniyê ew e ku hikûmeta Tirkiyeyê herikîna ava çemê Firatê li ser Sûriyeyê birrî ye û li şûna 500 mître kabik tenê kêmtirî 200 mître kabik berdide. Ev yekî jî qanûna navnetewî ya parvekirina avên çeman binpê dike.

Lê pişt ku bajarê Reqayê ji destên çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin, Komîteya Çandiniyê ya girêdyaî Meclîsa Sivîl a Reqayê bi hemû hêz û derfetên xwe hewl dide rewşa çandiniyê ji nû ve vejîne. Komîteyê gelek pompên derxistina avê sererast kirin. Bi hatina demsala havînê re jî û demsala çinîna hilberînê  komîteya Çandiniyê gelek alîkarî bi cotkaran re kir û niha hilberîna cotkaran dikire.

Endamê Komîteya Çandiniyê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê Îsa El-Hemadîn piştrast kir ku komîteya wan bi hemû hêz û derfetên xwe hewl dide rewşa çandiniyê li herêmê ji nû ve vejîne û di vê derbarê de hewl dide hemû pêdiviyên çandiniyê ji cotkaran re peyda bike.

El-Hemadîn destnîşan kir ku komîteya wan niha genim bi 175 lîreyan ji bo kîloyekê dikire.

Komîteyê her wiha tova pembo ji cotkaran re peyda kir û hewl dide semad jî bi riya hin bazirganan peyda bike û buhaya wê jî diyar bike.

Di aliyê xwedîkirina sewalan de jî El-Hemadîn got ku Komîteya Çandiniyê hewl dide vî beşî jî pêş bixîne û dermanên pez û sewalan û êma wan peyda kirine.

Cotkara bi navê Zehra El-Mexrûd destnîşan kir ku hilberîna wan a genim ji ber lehiyên ji ber barana di van hefteyên dawî de ziyan bi hilberîna wan bûye. Zehra bang li Meclîsa Sivîl a Reqayê kir ku alîkariya cotkaran bikin û rewşa çandiniyê li herêmê pêş bixînin.

ANHA