Dê Rûsiya, Amarîka û Urdinê hefteya were bicivin

Tê payîn ku hefteya pêş me Rûsya, Amerîka û Ûrdin bicivin û mijarên herêmên kêmkirina şer ên li Sûriyê nîqaş bikin.

Dê Rûsiya, Amarîka û Urdinê hefteya were bicivin
1 hezîran, 2018   09:56

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên derbarê civînê de destnîşan kirin ku li gorî nîqaşên di civîna sêalî de pêk werin, dê herêmên kêmkirina şer ji aliyên Artêşa Sûriyê û polîsên Rûsiya ve werin rêvebirin, di heman civînê de jî wê rola Îranê ya li Sûriyê were nîqaşkirin.

Ji aliyekî din ve jî ragihandina Îsraîlê roja duşema buhirî dabû zanîn ku Rûsya û Îsraîl gihan çareseriyê ku leşkerên artêşa Sûriyê li ser sînorê herema rojhelat bên bicihkirin, Di heman demê de rê neyê dayîn ku Huzib Elah û Îranê li herêma behsa mijarê werin bicihkirin.

(cu)