Duyemîn kongreya Partiya Yekîtiya Suryanî destpê kir

Kongreya duyemîn a Partiya Yekîtiya Suryan bi diruşmeya "Em ê ji bo mafê welatiyên Sûryanî û hemû pêkhateyan tekoşînê bidomîn in" li bajarê Qamişlo hate lidarxistin.

Duyemîn kongreya Partiya Yekîtiya Suryanî destpê kir
Duyemîn kongreya Partiya Yekîtiya Suryanî destpê kir
Duyemîn kongreya Partiya Yekîtiya Suryanî destpê kir
1 hezîran, 2018   10:09

QAMIŞLO

Kongre li sala Rewabî ya rojavayê bajarê Qamişlo bi beşdarbûna bi sedan endamên partiyê, siyasetmedarên kurd û ereb destpê kir . Hevserokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ibrehîm El-Qeftan jî beşdarî kongreyê bû.

Kongrea bi rêzgirtinê destpê kir, paşê axaftina vekirinê ji aliyê Serokê Partiya Yekîtiya Suryanî Îşo Goriyê ve hate kirin. Paşê jî Serokê Meclîsa Rêveber a Katnona Cizîrê Hisên Ezam, Hevserokê PYD'ê Şahoz Hesen jî axivîn.

Di axaftinan de bixêrhatina mêvanan hate kirin û hêvî hate kirin ku di kongreyê de biryarên girîng ku sûd li hemû beşê civakê bikin, were girtin.

Di axaftinan de her wiha hate gotin ku partiyên siyasî yên herêmê dê tekoşîna xwe ya ji bo sîstema demokratîk a li herêmê pêk bîn in û berxwedan û tekoşîna gelê herêmê hate bibîrxistin. Di axaftinan de her wiha hate destnîşankirin ku li Bakurê Sûriyê sîstema biratiya gelan û jiyana hevbeş hatiye pêşxistin, gelê herêmê ewlekariya xwe parastin.

Di axaftinan de êrîşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Efrînê û gefên rêjîma Sûriyê hate bibîr xistin û hate gotin ku aramanca wan ew ku tevlîheviyê di navbera pêkhateyên Bakurê Sûriyê de derbixin.

Kongra bi xwendina peyamên pîrozbehiyê dewam dike.

(dc)

ANHA