Gelê Hesekê şehîdekî xwe oxir kir

Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Abdullah El-Eqre bi merasîmekê li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ya bajarê Hesekê hate defkirin.

Gelê Hesekê şehîdekî xwe oxir kir
Gelê Hesekê şehîdekî xwe oxir kir
Gelê Hesekê şehîdekî xwe oxir kir
Gelê Hesekê şehîdekî xwe oxir kir
Gelê Hesekê şehîdekî xwe oxir kir
Gelê Hesekê şehîdekî xwe oxir kir
31 gulan, 2018   16:17

HESEKÊ

Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Abdullah El-Eqre yê ku di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de Şehîd bû, ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi kerwanekî erebeyan ku bi wêneyên şehîdên û çîçekan hatibû xemilan ber bi goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve bi rê ketin.

Li goristanê cenaze ji aliyê bi sedan kesî ve di nava dirûşemeyan û sembolên serketinê de hate pêşwazîkirin.

Li vir merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanên Hêzên Erka Xweparastinê, YPJ û YPG'ê ve hate lidarxisitn.

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Samiya Xelîl axivî. Samiya di axaftina xwe de sersaxî ji malbata şehîd û tevahî gelên Bakurê Sûriyê re xwest û got ku, şehîd sembola azadî û rûmeta gela e.

Ji feramandarên Hêzên Erka Xweparastinê Salim Îbarhîm jî axaftin kir û ev tişt anî ziman, "Şehîdan yekîtiya gelan ava kirin û Bakurê Sûriyê rizgar kirin."

Salim Îbrahîm soza şopandina xeta şehîdan nû kir.

Di berdewama merasîmê de, Endamê Tevgera Civaka Demokratîk Farûq Tozo jî bal kişand li ser hewldaên dewleta Tirk a dagirker ên li hemberî  îrade û yekîtiya gelên Bakurê Sûriyeyê û ev tişt anî ziman, "Dewleta Tirk a dagirker ji bo têkirina îradeya gelên Bakurê Sûriyeyê û parçekirina wan dixebitin. Şehîd ên ku pilanên dagirkeriya Tirkiyê têk dibin û bi xwîna xwe xaka herêmê av dan."

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Şervanan cenaze hilgirtin ser milên xwe û di nava dirûşemeyan û tîlliyan spartin axê.

(bb)

ANHA