Bi hezaran şofêrên Rojhilat û Îranê di nava çalakiyan de ne

Zêdetirî 10 hezar şofêrên takisiyan li bajarê Kirmaşan yê Rojhilatê Kurdistanê dest bi çalakiyan kirin.

Bi hezaran şofêrên Rojhilat û Îranê di nava çalakiyan de ne
31 gulan, 2018   15:44

NAVENDA NÛÇEYAN

Bi hezaran şofêrên taksiyan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di çalakiyan de ne. Îro danê sibê şofêrên taksiyan ên bajarê Kirmaşan li ber derê Fermangeha Taksiranî dest bi çalakiya grevê kirin. Şofêrên taksiyan dixwazin nirxê benzînê erzan bibe. Herwiha mebestek din a çalakiya şofêran jî ewe ku piştgiriya şofêrên tankêrane.

Piştî ku çalakiya şofêran despêkir, hêzên hikûmeta Îranê xwestin çalakiya şofêran belav bike. Lê li hemberî berxwedana şofêran hatin û nekarîn çalakvanan bilav bikin.