Şaredariya Kobanê riyên bajêr sererast dike

Şaredariya Gel a bajarê Kobanê pêngava sererastkirina riyên bajêr û gundewarên da destpêkir. Di çarçoveya pêngavê de dê 120 hezar km werin sererasatkirin.

Şaredariya Kobanê riyên bajêr sererast dike
Şaredariya Kobanê riyên bajêr sererast dike
Şaredariya Kobanê riyên bajêr sererast dike
Şaredariya Kobanê riyên bajêr sererast dike
Şaredariya Kobanê riyên bajêr sererast dike
Şaredariya Kobanê riyên bajêr sererast dike
31 gulan, 2018   17:19

KOBANÊ

Piştî gilî û gazinên welatî û ajokarên Kobanê ji riyên di nav bajêr de, Şaredariya Gel a Kobanê dest bi pêngava sererastkirin û qîrkirina riyên bajêr kir.

Hevserokê rêveberiya şaredariya gel a kantona Kobanê Faris Atî got:" Me gelek gilî û gazinên gel ji ber xerabûna riyên bajêr girt. Riyên bajêr ji ber barîna baranê ya zêde gelek xerabûne. Şaredarî her sal projeya qîrkirinê pêşkeşdike û îsal şaredarî li gorî projeyê dê 21 riyên sereke û riyên taxan dê sererast bike".

Navên riyên ku dê qîr bibin ev in:

Riya 24 dikeve başûrê Qada Jina Azad, Taxa Botana Rojhilat û rojavayê kolana Termîk,Taxa Botana Rojava ji cadeya 48 ta cadeya 24 başûr, Taxa Botana Rojhilat (kolana Sufyan), kolana Kehrebe û ya navenda Asayîşê, riyên kolana Şehîd.Ebdo, riyên kolana Ş.Yihye ji nexweşxaneyê ta Bankê, kolana Kaniya Kurdan li beramberî nexweşxaneya Kobanê, riyê qada bazara El-Hal, kolana ofîsa erebeyan,kolana taxa Ş.Xebat, kolana Qenayê û nanpêja Heyat, kolana rojavayê Geracê, kolanên Taxa Miktelê, kolanên çarxariya Azadî û Mûze, riya gundê Hilincê ji riya sereke ta benda kontrola Hilincê, riya gundê Şêran ji riya sereke yên li rojhilat ta cadeya Mala Gel. Her wiha riyên ku berê qîrbûyî û telef bûne û li gorî pêwîstiyan dê werin sererastkirin.

Her wiha Faris Atî got:" li gorî derfetên heyî dê riyên bajêr ku pirsgirêkên kanalzasyonê tê de hene hewil bidin çareser bikin".

Wê projeya şaredariyê dê ta meha mijdarê berdewam bike.

Faris Atî diyar ku ew bi hêviya alîkariya gel in, ji ber ku ew bi tenê nikarin kar bikin û wiha got:"dive şêniyê bajêr pirsgirêkên kanalzasyona kolanên xwe çareser bikin, ji ber ku piştî sererastkirina riyan wê nikarbin çêbikin". Faris bi hêviya ku di dema qîrkirna riyan, şênî avê nerijînin, da zirarê nedin madeya zîro.

(şx)

ANHA