Binpêkirinên li Efrînê didome

Hêzên dagirker ên li herêma Cindirêsê xwe avêtin ser malên welatiyan û 3 kes revandin.

Binpêkirinên li Efrînê didome
31 gulan, 2018   15:17

ARŞÎN NECAR/HELEB

Binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li dijî sivîlên Efrînê didome.

Çavkaniyek ji heêrma Cindirêsê ji ajansa me re diyar kir ku, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, avêtin ser malên welatiyên gundên Kefer Sefra, Dêr Belût û Hecîlerê yên girêdayî herêma Cindirêsê û sê welatî revandin û birin cihekî ne diyar.

Li gorî çavkaniyan kesên hatin revandin; Hisên Hec Ebdo, Ednan Hesen ûEbdulah Xelîl Murad.

Heman çavkanî agahî da û got ku welatiyê bi navê Hemîd Mûse ji gundê Bircikê  yê herêma Cindirêsê ji ber ku li hember malbatên çeteyên ku xwestin dest daynin ser erdê wî sekinî, rastî lêdan û heqaretê ji aliyê çeteyan ve hat.

(şx)

ANHA