Pêşveçûnên Berxwedana Serdemê ji malbatên şehîdan re hate nirxandin

Pêşveçûnên dawî yên qonaxa Berxwedana Serdemê ya Efrînê û rola malbatên şehîdan di vê pêvajoyê de ji malbatên şehîdan re ên li kampa "Berxwedan" hate şîrovekirin.

Pêşveçûnên Berxwedana Serdemê ji malbatên şehîdan re hate nirxandin
31 gulan, 2018   14:31

ŞEHBA

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê ji bo nirxandina pêşveçûnên dawî yên Berxwedana Serdemê ya Efrînê ya li hemberî dagirkeriya  Tirkiyê û çeteyên girêdayî wî, bi malbatên şehîdan re ên kantona Efrînê yên li kampa "Berxwedan" civiya. Di civînê de her wiha rola malbatên şehîdan di berxwedanê de hate destnîşan kirin.

Civîn li kampa "Berxwedan" a li gundê Fafîn a Kantona Şehbayê hate li darxistin. Bi dehan malbatên şehîdan di civînê de amade bûn.

Civîn bi deqeyeke rêgirtinê li ser giyanên cangoriyên azadiyê destpê kir.

Ji Rêveberên Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê Mehmûd Efrînê axivî û malbatêan şehîdan silav kir û di kesayeta şehîdên berxewdana Efrînê hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anîn. Mehmûd malbatên şehîdan ên tevlî civînê bûne îşaret kir got ku beşdarbûna we ya ji bo civînê cihê hêz û moraldayînê ye, tevlîbûna we diyar dike ku her kes bi şewq e ku pêşketinên berxwedana li Efrînê tê meşandin nas bike.

Mehmûd Efrînê, anî ziman ku berxwedana ku li hemberî dagirkeran li Efrînê tê meşandin, bi hemû hêza xwe didome û ev tişt got, " YPG û YPJ‘ê li deşt û çiyayên Efrînê li hemberî çeteyan efsanên qehremaniyê didim meşand û derbeyên giran li dagirkeran didin. Bekî ku çapemenî di şopandina vê berxwedanê de kêm maye, lê qasî agahiyên jê bawer ku ji fermandar û şervanan têne, niha li Efrînê tola şehîdan, zarokên hatine qetilkirin, hatiye rakirin.

Mehmûd bal kişand li ser polîtîkeyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî li dijî sivîlên Efrînê pêk tîne û wiha domand, "Rojane em dibhîzên ku çete li Efrînê sivîlan direvînin û malên wan talan dike û li şûna wan malbatên çeteyên ên ne ji Efrînê bi cih dike, her wiha gorên şehîdan xirab dikin. Ev hemû tişt li pêşberî civaka navdewletî û rêxistinên mirovî çêdibe, lê mixabin tu kes dengê xwe nake. Bêdeniya wan jî tê wateya ku ew jî şirîkên Tirkiyê ne. "

Mehmûd, bal kişand li ser rola malbatên şehîdan a di berxwedanê de û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Em ne li Efrînê ne rast e, lê şehîdên me pêşengên me ne û hêza ma ya manewî ne. ji bo Efrînê me gelek şehîdan û em didin. Madem ku lehengên mîna Avêsta, Arîn, Barîn û Îlan Dara li Efrînê hene, tekez wê serketin a me be, zû an dereng be Efrînê wê azad bibe û gelê wê, wê li warên xwe yê azad vegerin. Lê ku kuderê me ji me tê xwestin wekî malbatên şehîdan di serî de û hemû gelên herêmê em têkoşîna deh qat bêtir mezin bikin û xwedî li xwîna şehîdan xwe derkevin. Di tu dîrokê de welatek ji dagirkeran re nemaye."

Rêveberê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê Mehmûd Efrînê di dawiya axaftina xwe de soza şopandina xeta şehîdan nû kir.

(bx)

ANHA