Şandeya Elmanî serdana Minbicê kir

Şandeya Elmanî li herêmên Bakurê Sûriyê digere. Şande çû serdana bajarê Minbicê û bi endamên rêveberiya sivîl a demokratîk a bajarê Minbicê re civiya. Di civînê de nîqaş li ser êrîşên artrêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Efrînê û gefên wan ji Minbicê re hatin kirin.

Şandeya Elmanî serdana Minbicê kir
Şandeya Elmanî serdana Minbicê kir
31 gulan, 2018   13:02

MINBIC

 Şandeya Elmanî ku ji Rêberê Partiya Çep a Elmanî Jan von Akin and Robert Gauro, Perlemanterê Partiya Çep a Elmanî Zacklin Mastig, Profîsorê Akademiya  Mirza Peter Utt, ji Televizyona WDR Robert Cric, Xebatkarên Sînama Michael Anker, Rojnamavan   Uffe Bourne û Afrim Kaya pêk serdana bajarê Minbicê kir. Şande ji aliyê endamên Rêveberiya Demokratîk a Minbicê û gundê wê ve hate pêşwazîkirin.

Rêveberiya Minbicê bi şandeyê re bahsa dagirkeriya Tirk ji Efrînê re û derketina welatiyên Efrînê ya ber bi Şehbayê ve nîqaş kirin. Şandeyê destnîşan kir ku ew dixwaz in serdana welatiyên Efrînê yên li Şehbayê bikin.
Endamên şandeyê behsa ezmûna demokratîk a Bakurê Sûriyê û biratiya gelan, her wiha hevkariya di navbera pêkhateyan de kir.

Endamê Rêveberiya Demokratîk a Minbicê di dema serdana şandeyê de axivî û got ku dewleta Tirk herêmê Sûriyê dagir kirin û dixwaze dagirkeriya ya li Efrîn, Bab û herêmên din rewa bike.

Endamên şandeyê derbarê rengên diruşmeya Meclîsa Rêveber a Minbicê, hejmara şêniyên Minbicê, her wiha pirs kirin ku tu şandeyan serdana Minbicê kiriye yan na. Endamên Rêveberiya Minbicê bersiva pirsên şandeyê dan.

(dc)

ANHA