Dermanê nexweşiya Leşmanî gihişt Kobanê

Piştî zêdeyî  2 hefteyan ji qutbûnê derziyên dermankirina nexweşiya Leşmanya (Hebit Heleb) gihiştin bajarê Kobanê. Derzî ji aliyê Heyva Sor a Kurd ve hatin wergirtin.

Dermanê nexweşiya Leşmanî gihişt Kobanê
31 gulan, 2018   12:45

KOBANÊ

Rêxistina Monitor derziyên nexşiya Leşmanî derzî ji kantona Kobanê re pêşkêş kir.  Derzî ji aliyê Heyva Sor a Kurd ve hate wergirtin. Tê payîn ku Heyva Sor derziyan li Girê SPî, Eyn Îsa û Sirînê were belavkirin.

Rêxistina Monitor soz da ku her hefte wê 100 derziyan ji Heyva Sor re bişînin .

 (cu)

ANHA