Li Îranê li dijî zaroka 11 salî destdirêjî

Cerdevanek ê pasdarên Îranê li gundê Silînî yê girêdayî Hewremana Rojhilatê Kurdistanê, li hemberî keçek 11 salî êrîşa destdirêjiyê pêk anî

Li Îranê li dijî zaroka 11 salî destdirêjî
31 gulan, 2018   12:36

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor nûçeya KolberNewsê, Sêşema buhrî li gundê Silîn girêdayî navçeya Hewremana Rojhilatê Kurdistanê cerdevanê pasdarên Îranê bi navê Îqbal Edway dijî zarokek keç a 11 salî destdirêjî pêk anî.

Malbata cerdevan Îqbal Edway malbatek girêdayî rejîma Îranê ye û li mala keça 11 salî gef xwarine ku dijî kurê wan doz nevekirin.

Hêjay gotinê ye ku di vê hefteyê de li Dibistana Rojava ya Tehranê mamostayek dijî xwendekarek keç destdirêjî pêk anî.