Aloziya li Filistînê didome

Welatiyekî Filistînê ku beriya niha di encamên mudaxeleyên Hêzên Israîlê yên li dijî çalakvanên "Meşa Mezin a Vegerê" de birîndar bibû, îro jiyana xwe ji dest da.

Aloziya li Filistînê didome
30 gulan, 2018   16:03

XEAZA

Nûçegihanê me yê li Xezayê ragihand ku welatiyê Filistînê yê bi navê Nacî Xinêm ku beriya niha di encama mudaxeleyên Hêzên Israîlê yên li dijî çalakvanên "Meşa Mezin a Vegerê" yên li rojhilatê bajarê Refeh de birîndar bibû, îro jiyana xwe ji dest da.

Hejmara welatiyên Filistînê yên ji destpêka çalakiyên "Meşa Mezin a Vegerê" ango ji 30‘ê Adarê de jiyana xwe ji dest dane derket 121, her wiha heya niha 13 hezar  û 300 Filistînî birîndar bûn di nava wan de 7 hezar û 800 kes bi guleyan birîndar bûn. Li gorî hate diyarkirin rewşa 275 birîndarî ne baş e ji ber ku di serê xwe yan di sînga xwe de birîndar bûne. Her wiha zêdeyî 2 hezar û 500 birîndarî ji ber bîrînê felic bûne û hindek ji wan jî ling û destên wan hatin qutkirin.

Çalakiyên "Meşa Mezin aVeger " wê di 5`ê Hizêranê de dewam bike.

(bx)

ANHA