Şêniyên Til Hemîs şervanekî din oxir kirin

Şêniyên navçeya Til Hemîs a girêdayî kantona Qamişlo cenazeyê şervanê YPG`ê Qewmî Mensûr El-Ebdullah li goristana Şehîd Raxib El-Etiya oxir kirin.

Şêniyên Til Hemîs şervanekî din oxir kirin
Şêniyên Til Hemîs şervanekî din oxir kirin
Şêniyên Til Hemîs şervanekî din oxir kirin
Şêniyên Til Hemîs şervanekî din oxir kirin
30 gulan, 2018   13:04

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîs, gundewarên wê, endamên saziyên sivîl, meclîsa navçeyê û şervanên QSD`ê beşdarî merasîma oxirkina şehîd Abdullah (Cesûr Til Hemîs) yê ku di encama kirîza dil de di 29`ê Gulanê de şehîd bû, bûn.

Cenazeyê şehîd ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo hate wergirtin û ber bi giristana Şehîd Raxib El-Etiya ya gundê Salihiyê yê navçeya Til Hemîs ve ketin rê.

Demaku cenazeyê şehîd giha goristanê toreneke leşkerî ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate lidarxistdin.

Paşê ji aliyê yek ji fermandarên QSD`ê Hisên Til Hemîs, Endamê Desteya Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Îdan El-Efênî û Hevserokê Meclîsa navçeyê Salih El-Xelef axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û hate gotin ku bi saya tekoşîn û berxwedana şehîdan herêm bi ewlehî û aramî dijî.

Ji aliyekî din ve êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê û guhertiha demogafiya herêm li Efrînê hate şermezarkirin.

Her wiha soza şopandina riya şehîdan heta dawiyê hate dayîn.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hate oxirkirin.

(bx)

ANHA