El-Sedir bi Mîrê Kiwêtê re civiya

Serokê Kutleya Sedir Muqteda El-Seder roja sêşemê serdana Kiwêtê kir û li ser banga fermî ya dîwana mîrê Kiwêtê bi Mîr Sebah El-Ehmed El-Cabir El-Sebah re civiya.

El-Sedir bi Mîrê Kiwêtê re civiya
30 gulan, 2018   09:48

NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê Serok Wezîrê Kiwêtê Xalid El-Car El-Ah ji rojnamevanan re got ku li ser banga mîr serdana El-Sedir çend saetan dewam kir.

El-Ah her wiha diyar kir ku ev serdan ji mîrê wan re weke derfetkê bû da ku nerîna xwe derabarî rewşa Îraqê û hilbijartinên wê, her wiha avakirina hikûmeta nû bide.

Ji destpêka berhemên hilbijartinan hatin diyarkirin û Kutleya El-Sedir a ku bi ser ket, Îraq li hêviyê ku kî rêveberiya bajarê ku ji ber şerê bi çeteyên DAIŞ`ê re binesaziya wê hildweşîne, bike.

El-Sedir beriya du heftiyan bang kir ku hikûmeteke berfireh ava bikin. Her wiha di heman demê de banga xwesertiya biriyara siyasî li Îraqê kir.

Zilamê oldar ê Şîa careke din û piştî çenda salan ji rêveberiya komên çekdar ên ku Amerîka û çekdarên Îraqê dikirin xwe weke dijberên gendeliya li welat da xuyanê kirin.

Di nava çend salên bûrî de têkiliyên deweltên Kendava Ereban û Îraqê baş bûn.

 (bx)

ANHA