Hêza Yemenê amadekariya dorpêçkirina bajarê El-Hedîda dike

Hêzên Yemenê li bende Koalîsyona Ereban a Erebistana Siûdiyê rêveberiya wê dike ku piştgiriyê ji wan re bighîne nêzî bajarê El-Hedîda ya Stratejîk a rojavayê Yemenê, da ku wê bixin çemberê û alîgirên Hûsî neçar bikin ku teslîm bibin.

Hêza Yemenê amadekariya dorpêçkirina bajarê El-Hedîda dike
30 gulan, 2018   09:35

NAVENDA NÛÇEYAN

Koalîsyona Erebî ya Leşkerî li Yemenê ku Erebistana Siûdiyê serkêşiya wê dike, êvara duşmeê hêzên alîgirên hikûmetê li herêmeke derdora 20 kîlomet dûr bajarê El-Hedîda bi cih kirine. Li wê herêma ku li ser Derya Sor e di navbera wan û çekdarên El-Hûsiyîn de şerên dijwar derketin.

Nûçegîhanên Frans Pres destnîşan kir ku rojên sêşem û çarşemê şer li herêma navborî rawestiya. Çavkaniyan dane zanîn ku hêzên piştgiriya xwe ji Koalîsyona Erebî digirin li benda hêzên teqwiyê ne da ku dest bi hemleyek nû bikin, da ku derbasî bajarên beravê bibin.

Berdevkê Fermî yê Hêzên "Berxwedana Niştimanî" ku ji sê hêzên sereke hatine avakirin dê beşdarî çalakiyan bibin û ev tişt anî ziman: "Hêzên teqwiyê yên nû dê bikevin hemleya girtina bajarê El-Hedîda, ewê kar bibin ku xetên teqwiye li ser Husiyîn bigirin. Bi taybet li Senai û El-Hedîda, paşê jî wê bajar dorpêç bikin û bê şer bixin destê xwe."

Bajarê El-Hedîda derdora 230 kîlometreyan rojhilatê Senayî ye. Di bajar de balafirgeh û rawestgeha deryayî hene. piraniya alîkariyan û madeyên xwarinê di wir re ji Husiyîn re derbas dibin.

(dc)