Projeyeke nerm a Kiwêtê ji bo parastina Filestîniyan

Dewleta Kiwêtê reşiknameya projeyeke biryarê ya avakirina şandeyeke navnetewî ji bo parastina Filestîniyan pêşkêşî Konseya Ewlehiya Navnetewî kir û bi vê yekê hewl dide alîkariya Ewropayê ji bo dengdayînê di vê hefteyê de werbigire. Emerîka jî reşiknameya daxuyaniyekê belav kir û têde banga şermezarkirina topbarana Filestînê li dijî Îsraîlê dike û ji bo rayedarên Filestînê bêne cezakirin.

Projeyeke nerm a Kiwêtê ji bo parastina Filestîniyan
30 gulan, 2018   09:12

NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Kiwêtê roja sêşemê kopiyeke nerm a projeya biryarê ya avakirina şandeyeke navnetewî ji bo parastina Filestîniyan pêşkêşî Konseya Ewlehiya Navnetewî kir, da ku alîkariya Ewropiyan di dengdayîna li ser biryarê di vê hefteyê de werbigire.

Tê payîn ku Konseya Ewlehiyê roja pêncşemê dengdayînê li ser projeya biryarê pêk bîne û guman e Emerîka dê li dijî biryarê Veto bikar bîne.

Kiwêt endamekî ne hemdem di Konseya Ewlehiyê de ye û nûnertiya dewletên Ereb dike û hêvî dike ku projeya biryarê hejmarekî mezin ji dengên dewletên endam di Konseyê de werbigire û Waşinton di mijara Filestînê de tecrîd bibe.

Di reşiknameyê de banga avakirina şandeyeke navnetewî ji bo parastina Filestîniyan dike û ji Sekretêrê Giştî yê Netewên Yekbûyî António Guterres dixwaze ku perspektîfan nîşan bide.

Di reşiknameyê de her wiha banga wergirtina tebîran dike da ku aştî û parastina Filestîniyan misoger bibe.

Di projeya biryarê de ji Guterres tê xwestin ku di 60 rojan de raporekê di derbarê pêşniyara parastina Filestîniyan de pêşkêş bike û şandeyeke navnetewî ava bike.

Fransa û Birêtaniya ku Veto ji mafên wan in diyar kirin ku di reşiknameya porjeya biryarê de gelek kêmasî di derbarê detayî û armanca parastinê de hene.

Emerîka bi riya du civînan di asta pisporan de diyar kirk u ev tedbîr tenê li dijî Îsraîlê ye.

Dewleta Kiwêtê projeya biryarê beriya 10 rojan piştî ku bi dehan Filestînî ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatin kuştin, pêşkêş kir.

Hin dîplomasiyan diyar kirin ku gotûbêj bi dijwarî bi Ewropî û Efrîqiyan re dimeşin ku zextên xwe dikin da ku agahiyên berfirehtir di derbarê şandeya parastinê ya hatiye pêşniyarkirin de werbigirin.

Her wiha dane zanîn ku eger Konseya Ewlehiyê nikaribe biryara di derbarê şandeya parastinê de bigire, Filestînî dê berê xwe bidin Komeleya Giştî.

Konseya Ewlehiyê li ser daxwaza Emerîka civîneke awarte lidar dixe

Di çarçoveyeke din de Konseya Ewlehiya Navnetewî roja çarşemê li ser daxwaza Emerîka civîneke awarte lidar dixe da ku "êrîşên" Filestînê yên dawî li dijî Îsraîlê gotûbêj bike.

Emerîka di reşiknameya daxuyaniya sêşemê de banga şermezarkirina topbarana fûzeyan ji aliyê tabûrên Filestînê ve li dijî Îsraîlê dike.

Sefîrê Emerîka li ba Netewên Yekbûyî Nikki Haley di daxuyaniya sêşemê de wiha got: "Fûzeyên ku tabûrên Filestînê davêjin binesaziya bajêr armanc girtine û di nava wan de pêşdibistaneke zarokan heye. Divê Konseya Ewlehiyê hêrsa xwe nîşan bide û rayedarên Filestînê ceza bike."

Artêşa Îsraîlê ragihand ku gelek fûzeyên avêtine başûr 80 top û fûze ne û êrîşên Ezmanî yên Îsraîlê bêtirî 30 xalên tabûrên Filestînê yên Gazzayê armanc girtin û di encamê de kuştî û birîndar di herdu aliyan de derketin.

(jh)

 ANHA