Dagirkeriya  Tirk li Efrînê daran radike û bargehan çêdike

Artêşa Tirk a dagirker li Efrînê erdên ku milkiyeta wê ya sê welatiyan bû û 500 darên zeytûnan tê de hebû kirin bargeha leşkerî.  Dema welatiyan serlêdan kirin da ku rê nedin di zeviyên wan de bargeh were çêkirin fermandarên Tirk ev tişt ji wan re gotin: "Me êrîşî Efrîn kir û me ew dagir kir. Ma niha dibe ku em destûrê ji we bixwazin ku dem daran rakin û erdê we bibin." Li aliyê din Artêşa Tirk li gundê Bilîlko ya herêma Raco dar rakirin û rawestgeha helîkopteran çêkirin.

Dagirkeriya  Tirk li Efrînê daran radike û bargehan çêdike
Dagirkeriya  Tirk li Efrînê daran radike û bargehan çêdike
Dagirkeriya  Tirk li Efrînê daran radike û bargehan çêdike
Dagirkeriya  Tirk li Efrînê daran radike û bargehan çêdike
Dagirkeriya  Tirk li Efrînê daran radike û bargehan çêdike
Dagirkeriya  Tirk li Efrînê daran radike û bargehan çêdike
30 gulan, 2018   08:38

ŞEHBA

Çavkaniyê bi navê M.S yê ji gundê Eltane ya herêma Raco ji nûçegîhanê me re ragîhand ku Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji beriya hefteyekê ve 500 darên zeytûnan li rojhilatê gundê Eltaniya ji kok ve rakirin. Li cihê wê jî bargeha leşkerî ya fireh çêkirin."

Heman çavkanî da zanîn ku erdê dar jê hatin rakirin yên welatiyên bi navê Mihemed Elî Qero yê ji gundê Hecî Cemal a herêma Raco, Mihyedîn Beladîo û Ehmed Salih ên ji gundê Eltaniye ne.

Çavkanî da zanîn ku dema Mihemed Elî serî li wan da dagirkeriya Tirk berdanê û dema li bajaêr Efrînê gilî kir jê re gotin: "Me êrîşî Efrînê kiriye, me herêm dagirkiriye. Ma dibe ku dema em erdên we bibin û daran rakin, destûrê ji we bixwaz in."

Li aliyê din çavkaniyan ji Efrînê ragîhandin ku Artêşa Tirk a dagirker hewl dan mala welatiyê bi navê Hesen Reşîd Bîlal ê ji gundê Hecî Xelîl ji xwe re bikin bargeh ji bo çavdêriya herêmê bikin, her wiha li rojhiatî herêma Raco li Çiyayê Mîra jî noqteyeke din çêkirin.

Rawestgehek hilîkopteran çêkirin

Çavkaniyan her wiha destnîşan kirin ku li gundê Belîlko ya herêma Raco rawestgehek ji bo helîkopteran di nava darên zeytûnan de çêkirin. Ew rawerstgeh derora, di cihê çêkirina rawestgehê de bi dehan dar hilkirin.

(dc)

ANHA