Meclîsa Jinên Tebqayê bexçeyê zarokan amade dike

Meclîsa Jinên Tebqayê dest bi avakirina bexçeyê zarokan kir. Ev piroje yê duyemîne ku li ser asta bajar tên destpê kirin.

Meclîsa Jinên Tebqayê bexçeyê zarokan amade dike
Meclîsa Jinên Tebqayê bexçeyê zarokan amade dike
Meclîsa Jinên Tebqayê bexçeyê zarokan amade dike
Meclîsa Jinên Tebqayê bexçeyê zarokan amade dike
30 gulan, 2018   07:59

AYIŞE MIDEWER / TEBQA

Bexçeyê zarokan li taxa Yekem a Tebqayê dikeve. Bexçeyê zarokan ji 3 beşan pêk tê. Ekîbên kar dest bi xebatên sererastkirinê kirine. Bexçe di hundir de jî hate sererastkirin û hate amadekirin.

Piştî karê sererastkirinê bi dawî bibe wê odeyên bexçeyê zarokan were boyax kirin û li gorî zarokan wêne li ser dîwaran werin xêzkirin.

Armanca vê pirojeyê mîna pirojeyên din ku aboriya jinê were avakirin û xweseriya xwe di aliyê aborî de pêş bixe. Her wiha da ku bibe cihê alîkariya jinên dayîk ên ku di nava saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê de dixebitin.

Ji aliyê xwe ve Dîwana Meclîsa Jinê dest bi qeydkirina navan kir da ku jinên di bexçeyê zarokan de bixebitin, diyar bikin.

Wek ku hatiye payîn wê kar û xebatên sererastkirinê di dawiya meha Remezanê de biqede.

(bx)

ANHA