Destan Temûz li ser gora xwe hate bîranîn

Şervana entrnasyola ya MLKP Ayşe Denîz (Destan Temûz) ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, di salvegera şehadeta xwe ya yekemîn de hate bîranîn.

Destan Temûz li ser gora xwe hate bîranîn
Destan Temûz li ser gora xwe hate bîranîn
Destan Temûz li ser gora xwe hate bîranîn
Destan Temûz li ser gora xwe hate bîranîn
Destan Temûz li ser gora xwe hate bîranîn
Destan Temûz li ser gora xwe hate bîranîn
29 gulan, 2018   18:15

KOBANÊ

Merasîma bîranînê li Goristana Şehîd Dicle ya li kantona Kobanê ji aliyê Meclîsa Mablatên Şehîdan ve hate organîzekirin.

Bi sedan şêniyên herêmê û şervanên MLKP‘ê di bîranînê de amade bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, axafin bi navê YPJ‘ê Bêrîtan Kobanê, Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan Bêrîtan Asya û Fermandariya MLKP‘ê Şengul Doz ve hatin kirin.

Di axaftinan de têkoşîna Destan Temûz a li hemberî faşîzmê û piştgiriya gelên bindest hate vegotin, hate diyarkirin ku şehîd Destan di girtîgehên rêjîma Tirkiyê li hemberî zordariyê li ber xwe da, li çiyayê Kurdistanê jî têkoşîneke bê hempa da meşand. Herî dawî li bajarê Reqayê li dijî terora DAIŞ bi qehremanî şer kir û tevlî kerwanên şehîdên azadiyê bû.

Axaftivanan soza şopandina xeta şehîdan dûbare kirin.

Hevalên şehîd Destan çîçek li ser gora wê danîn.

Merasîm bi berizkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(bb)

ANHA