Sedan sersaxî ji malbata têkoşer Mezlûm Daraqulê re xwestin

Bi sedan şêniyên navçeya Til Rifet ji malbata gerîlayê HPG‘ê Mezlûm Daraqulê re sersaxî xwestin.

Sedan sersaxî ji malbata têkoşer Mezlûm Daraqulê re xwestin
29 gulan, 2018   19:01

ŞEHBA

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Navçeya Til Rifet a Kantona Şehbayê ji bo gerîlayê HPG‘ê Mezlûm Daraqulê (Mustefa Tamûr) yê ku 18‘ê Gulana vê sale li herêma Dêrsimê şehîd bû merasîmê sersaxiyê organîze kir.

Bi sedan şêniyên navçeyê ji malbata Mezlûm Daraqulê re sersaxî xwest.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê, rêveberê Meclîsa Mablata Şehîdan a navçeyê Mehmûd Cafer û Rêvebera Meclîsa Gel a navçeya Emîna Osman axivîn.

Axaftivanan gotin ku bi keda şehîdan dê têkoşîna gelan a li hemberî faşîzma dagirkeran bi serkeve. Her wiha bal hate kişandin li ser berxwedana Efrînê û piştgiriya hemû gelan a ji bo berxwedana Efrînê û hate gotin ku Berxwedana Serdemê berdewam e ta gelê herêmê vegerin warê xwe.

Piştî axaftinan wesîqa şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Merasîm bi dirûşmeyan bi dawî bû.

(şx)

ANHA