Dozên jinên Sûriyê dê li NY‘yê were nîqaşkirin

Foma Danûstandinan û Werşeya Kar du roja xwe ya duyemîn de bi nîqaşan li ser pirsgirêkên ku rastî jinan tê bi dawî bû. Dozên jinan dê radestî NY‘ê werin kirin.

Dozên jinên Sûriyê dê li NY‘yê were nîqaşkirin
29 gulan, 2018   18:14

QAMIŞLO

Duh li bajarê Qamişlo yê herêma Cizîrê li ser banga Desteya NY ya Jinan û bi sponseriya Meclîsa Jinên Sûriyeyê, her wiha bi alîkariya Kongreya Star û Rêxistina Zemîna Hevbeş forma danûstendinê di bin navê "Karên pêş ên jinên Sûriyeyê li bakur û bakur-rojhilatê Sûriyê" dest pêk.

Forma Danûstandinan îro di roja xwe ya dûyemîn de bi nîqaşan bi dawî bû.

Di roja duyemîn ango ya îro de, nîqaşên berfireh derbarê pirsgirêkên ku rastî jinan tên hatin meşandin.

Her wiha derbarê çawaniya pêşxistina jin, pêşniyar hatin girtin.

Hate gotin ku pêwîste rola jin di qada siyasî de were aktîvkirin û projeyên aborî werin zêdekirin da ku bi xwe, xwe birêve bibe.

Hin beşdaran jî pêşniyar kirin ku zagonên parastina jin ji tundiyê werin danîn, derfetên kar di nava saziyan ji bo jinan werin vekirin.

Pirsgirêkên ku rastî jinan tê bi raporekê dê rasetiya Destya Jin a NY‘yê were kirin, Desteyê ji aliyê xwe ve dê pirsgirêkan lêkolîn bike û pirojeyên ji bo pêşxisitnê deyne.

(şx)

ANHA