Îsraîl Xeza bombebaran dike

Balafirên şer ên Îsraîlê bargehên komên çekdar ên Filistînê bombebaran kirin. Bombebaran piştî çekdarên Filistînî ji aliyê Xeza ve aliyê Îsraîlê topbaran kir, pêk hat.

Îsraîl Xeza bombebaran dike
29 gulan, 2018   12:41

XEZA

Nûçegîhanê ajansa me ji Xezayê diyar kir ku balafirên şer ên Îsraîlê vê sibe parêzgeha Wista ya li nîvê heêrma Xeza bombebaran kir. Bombebaran li dijî bargehên Fecir a girêdayî Tevgera Cîhad El-ISlamî pêk hat. Di encama bombebaranê de ziyanek mezin pêk hat.

Vê sibê komên çekdar ên Filistînê 25 topên hawanê avêtin bargeha Aşkol a Îsraîlê, di encamê de leşkerî Îsraîlê sivik birîndar bû.

Îsraîlê ragîhand ku sîstema wan a "Quba Hesinî" a li dijî fûzayan gelek topên ji Xezayê ve hatin avêtin, xistin xwarê.

(dc)

ANHA