Pasdarên Îranê kolberek kuşt, yek ji bîrandar kir

Hêzên pasdarên rejîma Îranê li herêma navbera Şino û Sîdekan êrîşê kolberan kir, kolberek hate kuştin û yek jî birîndar bû.

Pasdarên Îranê kolberek kuşt, yek ji bîrandar kir
29 gulan, 2018   12:39

NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Hengaw a ji bo mafê Mirov diyar kir ku îro saetên sibehê pasdarên rejîma Îranê li Zozanên Kelaşîn û herêma Spî Rêz êrîşê komek kolberan kiriye. Di encamê de kolberek Kurd hate kuştin û yek jî birîndar bû.

Kolberê ku hatî kuştin bi navê Rêbwar Muradî yê 28 salî ye û ji Awayî Kanî Reş a girêdayî bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê ye û bavê zarokek yek salî ye.

Kolberê ku birîndar bûye bi navê Xelîl Feruxî ku guleyek bi sing û yek bi zikê wî ketiye, rewşa wî xetere.

Xelîl Feruhî 32 salî ye û ji gundê Dûru yê girêdayî bajarê Şino ye. Xelîl ji bo tedawiyê hatiye rakirina nexweşxaneya Soran û piştre birine Hewlêr.