Ji malbata Şehîd Cuma Mihemed re sersaxî hate xwestin

Bi sedan şêniyên Serêkaniyê û gundên wê serdana konê sersaxiyê kirin û sersaxî ji malbata şervanên YPG`ê  Cuma Mihemed re xwestin.

Ji malbata Şehîd Cuma Mihemed re sersaxî hate xwestin
Ji malbata Şehîd Cuma Mihemed re sersaxî hate xwestin
Ji malbata Şehîd Cuma Mihemed re sersaxî hate xwestin
Ji malbata Şehîd Cuma Mihemed re sersaxî hate xwestin
Ji malbata Şehîd Cuma Mihemed re sersaxî hate xwestin
Ji malbata Şehîd Cuma Mihemed re sersaxî hate xwestin
29 gulan, 2018   09:54

HESEKÊ

Bi sedan şêniyên Serêkaniyê berê xwe dan konê sersaxiyê ku ji bo şervanê YPG`ê Cuma Mihemed  re hatibû vekirin û sersaxî ji malbatê re xwestin.

Konê sersaxiyê bi wêneyên şehîdan û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hate xemilandin.
Di bin kon de piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin. Paşê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan  Beyar Emîn axivî. Di destpê de bi xêrhatina beşdaran kir û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Emîn, di berdewama axaftina xwe de jî da zanîn ku şehîdan ji bo azadiya welatê xwe canê xwe feda dikine û soza şopandina riya wan da.

Li ser nevê YPG`ê Azad Welat axivî û wiha got: "Serkeftin û destkeftiyên li herêmê hatine bidestxidstin bi saya tekoşîn û berxwedana şehîdan pêk hatiye. Bela dijmin bizane ku emê heta dawiyê şopdarên riya şehîdên xwe bin. Em ê xeta şehîdên xwe bidomîn in û destkeftiyan heta dawî biparêz in."

Di merasîmê de her wiha li ser navê Kongreya Star Zelîxa Elî axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got: "Gelek şehîd di oxira parastina xaka welat de cane xwe feda kirin. Em jî soz didin ku em ê heta dawî şoparên riya wan bin. "

Piştî axaftin bi dawî bûn, girse bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" ji bin kon derketin.

(sx/dc)

ANHA