Şaredariya Gel a Şehbayê aloziya avê çareser dike

Şaredariya Gel a Şehbayê ji ber peydakirina ava vexwarinê ji şêniyên hin gundan re  zehmetiyan dibîne. Di heman demê de hewil didike ku vê pirsgirêkê çareser bike.

Şaredariya Gel a Şehbayê aloziya avê çareser dike
Şaredariya Gel a Şehbayê aloziya avê çareser dike
Şaredariya Gel a Şehbayê aloziya avê çareser dike
Şaredariya Gel a Şehbayê aloziya avê çareser dike
Şaredariya Gel a Şehbayê aloziya avê çareser dike
Şaredariya Gel a Şehbayê aloziya avê çareser dike
Şaredariya Gel a Şehbayê aloziya avê çareser dike
29 gulan, 2018   09:56

SOLÎN REŞÎD / ŞEHBA

Bi hatina dehan şêniyên  Efrînê yên ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man ku dev ji warên xwe berdin û xwe li kantona Şehbayê bi cih kirin, şaredariya Gel a kantona Şehbayê bi hevkariya rêveberên şaredariya Gel a Efrînê (Kesên pspor) hewil didin pirsgirêka avê çareser bikin.

Ji ber şer û pevçûnên li kantonê şaredariya gel nikarîbû bi hesanî pirojeya belavkirina avê amade bike. Di dema şerê bi çeteyên DAIŞ`ê re gelek zirarên mezin giha toreyên avê her wiha gelek alav, jenetor û kablo ji aliyê çeteyan ve hatin dizîn. Ev yek jî bi xwe re pirsgirêka ava bi xwe re anî û zehmetî dihatin dîtin. Bi taybet dema av ji bîra dihat derxistin.

Pirojeyên hatin amade kirin

Şaredariya gel hewil da pirsgirka avê di riya boriyên  (mehel) de li gelek navçeyan çareser bike. Di vê çarçoveyê de şaredariyê dest bi amadekirina bîran kir. Şaredariyê alavên pêwîst û jentero û kablo amade kir. Her wiha toreyên avê sererast kir.

Yekem pirojeyên ku hate amdekirin bîra navçeya Ehresê ye. Ew bîr navçeya Ehres, Til Qerah û Til Sosin bi av dike.

Bîrên giştî têrê nekir ji ber wê dest bi amadekirina bîrên taybet kirin

Vê yekê pirsgirêka hemû kesên ku li kampa Şehbayê bi cih bûne çareser nekir. Ji ber vê yekê şaredariyê dest bi aktîvkirina bîrên taybet ên şêniyên herêmê kir. Ew bîr ji aliyê mekanîzma û ceyranê ve hatin amadekirin.

Dînemo li ser bîran hatedayîn da ku stêran dagirin û avê li şêniyan belav bikin. Bîrên ku av jê dihat girtin (Helîsa, El-Ehdes û Werdiya) ne.

Di vê çarçoveyê de Hevserokê Şaredariya Gel a kantona Şehbayê Mihemd Elo got ku ew bi hemû hêza xwe hewil didin ku aloziya avê çareser bikin lê derfetên wan pir kêm in ji ber ku kanton di çemberê de ye. Elo diyar kir ku ew zehmetiyê di peyda kirina sotemeniyê de dibînin ji ber vê yekê nikarin avê bi sîtêran bighînin gundan.

Hêjaye bi bîr xistinê ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şehbayê bi hevkariya şaredariya gel ji her stêrek av re 3 hezar LS û ji her bermîlekê re 50 LS diyar kir. Her wiha di mehê de her malbateke hezar LS weke resem ji bo avê didin.

(bx)

ANHA