Bogdanov: Rûsiya piştgiriya civîna sê alî dike

Cîgirê Wezîrê Karê Derve yê Rûsiya Mikhail Bogdanov îro diyar kir ku Rûsiya piştgiriya nerîna civîna sê alî ya di navbera wan, Urdin û DYA ku ji bo herêmên kêm çalakî ya li başûrê Sûriyê were lidarxistin, dikin.

Bogdanov: Rûsiya piştgiriya civîna sê alî dike
29 gulan, 2018   09:38

NAVENDA NÛÇEYAN

Bogdanov derberê mijarê ji rojnamavanan re axivî û got ku danûsteninên wan bi Urdin û DYA re didome û destnîşan kir ku ew piştgiriya nerîna lidarxisitna civîna sê alî ya li ser asta şirîkatiyê dipejirîn in.

Cîgirê Wezîrê Karê Derve yê Rûsiya Mikhail Bogdanov her wiha destnîşan kir ku imkan heye di demên pêş de asta itîfaqan diyar bikin û destnîşan kir ku divê lihevkirinên wan li gorî hemû dewletan be.

(dc)