Şervanên Reqa: Erka me ne tenê parastina Reqayê ye

Şervanên Foca Şehîd Abid diyar kirin ku ew ne tenê şervanên Reqayê ne û ev tişt anîn ziman: "Wekî çawa zarokên Kobanê û Efrînê li Reqayê şehîd bûn, em jî amade ne parastina her derê welat bikin."

Şervanên Reqa: Erka me ne tenê parastina Reqayê ye
29 gulan, 2018   09:25

XALID EL-CUMA-EHMED EL-ESAF/ REQA

Şervanên Foca leşkerî ya Şehîd Abid a li Reqayê ku nû dewreya xwe ya perwedeyê bi dawî kirin gotin ku erka wan ne tenê parstina Reqayê ye û destnîşan kirin ku zilm û zordarî li kur hebe ew ê li wir parastinê bikin.

Şervanê bi navê Birûsk Hemade derbarê mijarê de got ku ew bi armanca pêşxistina fikrê xwe yê siyasî, bîrdozî û leşkerî tevlî dewreyê bûne û ev tişt anî ziman: "Tiştê em di perwerdeyê de hîn bûn, em ê li ser erdê pêkbînin. Em ê xaka xwe ji hemû destwerdan û êrîşên derve biparêz in."

Şervanê bi navê Sêf Reqa jî li ser mijarê got ku hemû şervanên tevlî foca wan a leşkerî bûne ji hemû erkên di nava QSD'ê de ji wan were xwestin dê pêk bînin û ev tişt anî ziman: "Erka me ne tenê parastina Reqayê ye. Lê belê em hazirin li her derê welat erka xwe ya parstinê pêk bînin. Em ê heta dawî şopdarên riya şehîdên xwebin."

Şervanê bi navê Îsa El-Salih diyarkir ku ew ne kurê Reqa tenê ye û wiha dom kir: "Ez kurê tevahî Sûriyê me. Çi metirsî û xeterî li ser kîjan devera Sûriyê pêk were, ew metirsiya li ser me ye. Tu mafê dagirkeriya Tirkiyê nîne ku xaka me dagir bike."

(dc)

ANHA