17 pompên avdanê li Dêrazorê hatin aktîfkirin

Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê ya Meclîsa Sivîl a Dêrazorê gelek koperastîfên cotkaran ji nû ve aktîf kirin û van koperatîfan jî 17 pompên avdana zeviyan piştî ku sererast kirin aktîf kirin.

17 pompên avdanê li Dêrazorê hatin aktîfkirin
17 pompên avdanê li Dêrazorê hatin aktîfkirin
17 pompên avdanê li Dêrazorê hatin aktîfkirin
29 gulan, 2018   07:24

HEMED EL-MISTEFA / DÊRAZOR

Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê ya girêdayî Meclîsa Sivîl a Dêrazorê hewl dide hemû koperatîfan aktîf û ava bike. Koperatîfên cotkaran ên ku hatine aktîfkirin jî ava çemê Firatê ji bo avdana zeviyan derdixînin.

Di vê çarçoveyê de koperatîfan bi hevkariya Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê re 17 pompên derxistina avê sererast kirin û niha ji bo avdana zeviyan amade ne.

Koperatîfên cotkaran  her wiha ceneratorên avdanê jî sererast kirin û ava avdanê ji 40 hezar donim re peyda kirin.

Li gorî cotkar û koperatîfan hilberîna herêmê ji ber buhabûna pêdiviyên çandiniyê di serdema DAIŞ'ê de gelekî kêm bû, lê niha rewş hate guhertin û hemû pêdiviyên çandiniyê bi buhayeke erzan tên peydakirin.

Hevserokê Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê ya Meclîsa Sivîl a Dêrazorê Mihemed Ebdilezîz di derbarê mijarê de wiha got: "Em bi hemû hêz û derfeta xwe alîkariya beşê çandiniyê dikin û hemû pêdiviyên cotkaran peyda dikin da ku barê li ser milê cotkaran sivik bibe."

(jh)

ANHA