Rojevên rojnameyên ereban ên îro

Rojnameyên ereban di rûpelên xwe yên îro de bal kişandin ser rewşa Sûriyê, Îran û têkçûna lîsreya Tirkiyê ya beranberî pereyên biyanî. Lê wekî her car rewşa Sûriyê di rêza yekem de û derbarê mijarê de gelek nivîs û nirxandinên cûda hatin kirin.

Rojevên rojnameyên ereban ên îro
29 gulan, 2018   07:38

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên ereban di nivîsên xwe yên îro de bal kişandin ser rewşa li Sûriyê û bi taybet başûrê Sûriyê û geşedanên li wir pêk tên. Rojnameya El-Ereb derbarê mijarê de sernavê "Rêjîma Sûriyê di çarçoveya kêmkirina hêzên Îranê û hêzên xwe li başûrê Sûriyê bi cih dike de tevdigere" avêt. Rojnameya El-Qudis El-Erbî jî derbarê mijarê de sernavê "Îsraîl û Rûsiya derbarê hebûna Îranê ya li Sûriyê ber bi lihevkirinê ve diçin" avêt. Rojnameya Şerq El-Ewset jî sernavê "Di navbera Rûsiya û Îsraîlê de nakokiyên diyar hene" avêt.

Rojnameya El-Heyat jî derbarê mijarê de sernavê "Amarîka-Rûsya di agirbesta li başûrê Sûriyê de lihev kirine, Îsraîl jî hebûna Îranê bi tu awayî li Sûriyê qebûl nake" avêt.

Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku duh hewldanên dîplomasî yên qedexekirina tundiya leşkerî ya li Başûrê Sûriyê têne kirin û wiha hate domandin: "Îsraîl hewl da ku armancên xwe yên li dijî Îranê pêk bîne. Amarîka û Rûsiya ji bo pêkanîna agirbesta başûrê Sûriyê û derketina hêzên Îranê lihev kirine.

Rojnameyê her wiha got ku lihevkirineke çar alî di navbera Mosko, Waşinton, Til Evîv û Umanê de diyar dibe, naveroka wê ya sereke jî vekişandina hêzên Îranê ji başûrê Sûriyeyê ye. Urdunê jî ragihand ku dê geşedanên li başûrê Sûriyeyê bi Emerîka û Rûsyayê re gotûbêj bike û hersê aliyan li hevkirine ku ev herêma "kêmpevçûn" ku di sala borî de hatiye nîşandan, were parastin."

Tirkiye dagirkeriya xwe li Idlibê temam dike û rêjîm jî çalakiya xwe ya leşkerî li gundewarê Helebê temam dike

Girêdayî rewşa li parêzgeha Idlibê ya di bin dagirkeriya çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) de ye, rojnameya El-Heyat gorareke xwe wiha bi nav kir: "rewşa ewlehî li Idlibê xirabtir bûye û rêjîmê belavokên 'teslîmkariyê' weşandin." Rojnameya Şerq El-Ewsat jî manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Enqereyê Idlib dorpêç kiriye.. çavên Dîmeşqê jî li rojavayê Helebê ne." Rojnameyê diyar kir ku rêjîma Sûriyeyê hewl dide xetên parastinê yên eniyên rojavayê bajarê Helebê bişkîne. Artêşa Tirk jî 12 xalên çavdêriyê li derdora Idlibê bi dawî kirin.

Rojnameya Şeq El-Ewsat got ku artêşa rêjîma Sûriyeyê alîkariyeke leşkerî ji Dîmeşqê ber bi Helebê ve dişîne.

Lihevkirina bi DAIŞ'ê re bi sponseriya Rûsyayê hêzeke manewî dide DAIŞ'ê

Rojnameya Şerq El-Ewsat girêdayî mijareke din sernaveke xwe wiha bi nav kir: "Lîsteya Dîmeşqê ya Komîteya Destûrê rê li pêşiya 'şerê serweriyên serok' vedike." Rojnameya El-Ereb jî gotareke xwe wiha bi nav kir: "Ewropa cezayên li ser rêjîma El-Esed û hevkarên wî dirêj dike." Rojnameya El-Heyat jî behsa hevpeymana rêjîma Sûriyeyê bi DAIŞ'ê re ya bi sponseriya Rûsyayê li gundewarê Dîmeşqê kir û derxistina wan ber bi beyara Sûriyeyê ve kir û gotareke xwe wiha bi nav kir: "Derxistina DAIŞ'ê ji başûrê Dîmeşqê hêza DAIŞ'ê li beyarê xurt dike."

10% ji dengan hatin veqetandin û encamên li derve hatin betalkirin

Girêdayî mijara Îraqê rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "10% ji dengan bi destan hatin veqetandin." Rojnameyê diyar kir ku di hewldana çaremîn a gotûbêjkirina encamên hilbijartinên dawî de, parlemanter kom bû û biryarên girîng wergirtin. Yek ji van biryaran ji nû ve hejmartina ji sedî 10 ji dengan bi destan.

Rojnameyê her wiha diyar kir ku parlemanê biryar girt ku aliyê têkldar dê rêbazên ku baweriyê bi çalakiya hilbijartinan were çespandin werbigirin. Yek ji van rêbazan hejmartina %10 ji dengan dê bi destan were kirin. Di nava biryaran de her wiha encamên derve û yên di kampên koçberan ên Enbar, Selahedîn, Neynewa û Diyalî de hatin betalkirin.

Diyardeyên çekdarî li Neynewa dê bête sînordarkirin

Girêdayî mijareke din a Îraqê de rojnameya El-Ereb sernaveke xwe wiha bi nav kir: "biryareke Îraqî ya sînordarkirina diyardeyên çekdarî li Neynewa". Rojnameyê ragihand ku fermandariya artêşa Îraqê biryar girt ku her kesekî çekdar li derve çarçoveyeke qanûnî dê were girtin, her çiqas endamekî hêzên ewlehiyê be jî.

El-Herîrî bi hêvî ye, tevî ku ast û êrîşa li çenteyan bilind bûye

Girêdayî mijara Lubnanê rojnameya El-Heyat gotareke xwe wiha bi nav kir: "El-Herîrî şêwrên xwe yên fermî bi dawî kirin û hêviya wî mezin e tevî ku asta hatine bilindkirin." Serokê erkdarî avakirina hikûmeta Lubnanê ya nû serokê Şepêla Paşerojê (Teyra El-Musteqbel) Seed El-Herîrî piştî bidawîkirina şêwrên xwe bi bilokên parlemanê re dubare diyar kir ku hemû alî dixwazin ev hikûmet di demeke lezgîn de were avakirin.

Rojnameyê diyar kir ku El-Herîrî pêşniyarên hin bilokan bi bilindkirina asta daxwazan bi nav kir û hêviyên xwe ji bo avakirina hikûmetê di demeke lezgîn de anîn ziman.

Tevgera Qeter piştî salekê ji embargoya Kendava Ereban

Rojnameya El-Ereb derbarê mijarê de sernavê "Derdorên Kendava Ereban piştî salekê bê encamp in" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku  serdana Emîrê Qerter Şêx Temîm Bin Hemed yê duyemîn ji Kiwêtê re, bi armanca diyarkirine ku aloziya Kendavê hîn didome, pêk hatiye."

Îran danûstendina derbarê fûzayan û destwerdana herêmî qebûl nake

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê mijarê de sernavê "Îran ji bilî Yemenê, danûstendinan derbarê fûzayayan û destwerdana herîmî qebûl nake" avêt. Rojnameyê got ku Alîkarê wezîrê Karê Derve yê Îranê Ebas Iraqcî got ku Îran bersiva Ewropa ya derbarê rola wê ya di herêmê de û mijara fûzayên balîstî qebûl nake ."

Derbarê rewşa Tirkiyê de jî rojnameya El-Ereb sernavê "Piştgiriya Lîreya TIrkiyê bikin, ev banga Erdogan dibe dijî wî" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Hemleya Erdogan a bi naê piştgiriya lîreya Tirkiyê bikin, bû li dijî wî û wiha dom kir: "Haştaga ku çalakvanan derbarê lîreya Tirkiyê de weşandin, dilnerîmî tê de nîn bû, hemûyan siyasetên Tirkiyê rexne kirin û Tirkiyê ne hêjeya piştgiriyê. Bi taybet piştî bi Îran û Qetere li dijî Erebistana Siûdiyê sekiniye."

(jh/dc)