Di kampa Berxwedan de piroje hatin destpêkirin

Komîteya Şaredariyê ya kampa Berxwedan bi hevkariya rêveberiya kampê dest bi avakirina park û bexçeyekî kirin.

Di kampa Berxwedan de piroje hatin destpêkirin
Di kampa Berxwedan de piroje hatin destpêkirin
Di kampa Berxwedan de piroje hatin destpêkirin
Di kampa Berxwedan de piroje hatin destpêkirin
29 gulan, 2018   07:06

 ELÎ KEDRO/ŞEHBA

Komîteya Şaredariyê ya Şehbayê li Kampa Berxwedan dest bi vekirina bexçeyekî kir. Di bexçeya ku ferehiya wê  400 M3de wê dar û çîçek werin çandin. Armanc ji vekirina parkê ew e ku welatî bîna xwe lê vedin.

Rêveberên komîteya Şaredariyê Ferîd Hemo diyar kir ku xebatên vekirina bexçe di demeke nêz de wê pêk were.

Parka lîstokên zarokan

Bi armanca zarokên Efrînê yên ku ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar bûne malên xwe berdin û li kampa Berxwedan û Serdem bi cih bûne êşa şer û kiriyarên dagirkeran ji bîr bikin wê parka lîstokên zarokan jî were amade kirin.

Ferîd Hemo diyar kir ku ew weke komîteyên Şaredariya kampa Berxwedan wê hemû xizmetan ji şêniyên Efrînê re pêşkêş bikin û heta dawiyê alîkariya wan bikin, her wiha dê pirojeyan ji wan re pêkbînin.

Her wiha Hemo got ku pirojeya vekirina parka pêlîstokên zarokan gelek derfet ji rê pêwîstin. Hemo destnîşan kir ku derfetên wan kêm in ku piroje bi awayekî baş bidawî bikin.

Di dawiyê de Hemo got ku her çiqas zehmetî rastî wan werin ew ê hemû pêwîstiyan peyda bikin û pirojeyên xwe bidawî bikin.

(bx)

ANHA