Karîgeriya Çandiniyê ya Tebqayê dê 8 hezar ton genim werbigire

Karîgeriya Çandiniyê ya girêdayî Komîteya Aborî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê amadekariya wergirtina hilberîna tenelî ya îsal dike û rêbazên bazara hilberînê û cihên embarkirinê diyar kirin.

Karîgeriya Çandiniyê ya Tebqayê dê 8 hezar ton genim werbigire
Karîgeriya Çandiniyê ya Tebqayê dê 8 hezar ton genim werbigire
Karîgeriya Çandiniyê ya Tebqayê dê 8 hezar ton genim werbigire
Karîgeriya Çandiniyê ya Tebqayê dê 8 hezar ton genim werbigire
29 gulan, 2018   06:51

UDEY EL-EHMED – ISMEHAN UMER / TEBQA

Cotkarên gundewarê bakurrojavayê herêma Tebqayê dest bi pale û wergirtina hilberîna tenel kirin.

Zeviyên genim ên li herêmê nêzî 70 hezar hiktar bejî û nêzî 6700 hiktar avî ne. Li gorî cotkaran hilberîna îsal ji salên borî kêmtir e, nemaze ji ber ku rêjeya zeviyên avî gelekî kêm bûye, sedema vê yekê jî ew e ku hikûmeta AKP'ê para herikîna ava çemê Firatê ji ser Sûriyeyê gelekî kêm kiriye.

Hevserokê Karîgeriya Çandiniyê ya Tebqayê Xalid El-Esker di derbarê tedbîrên ku karîgeriyê wergirtine û buhaya hilberînê de axivî û got ku guman e 8 hezar ton genim were wergirtin û dê di embargehên El-Sehlebiyê de bêne embarkirin.

El-Esker got ku dê toneke genim bi 175 hezar lîreyên Sûriyeyê werbigirin û wiha got: "Ji ber barîna baranê ya van demên dawî de bandoreke neyînî li hilberîna genim bûye."

Girêdayî mijarê cotkarê bi navê Seededîn ê ji bajaroka El-Curniyê wiha got: "Di encama lehiyên barana van demên dawî de beşekî zeviyên me ziyan dîtine."

El-Esker da zanîn ku karîgeriya Çandiniyê çiwal ji cotkaran re peyda kirin û dê bi 650 lîreyan li wan belav bike û di dawiyê de dê careke din van çiwalan ji cotkaran bi 600 lîreyan bikire.

Hêjayî gotinê ye 3 navend ji bo wergirtina hilberîna genim hatine diyarkirin: "Navenda El-Sehlebiyê, navenda Kebiş û navenda Bedir."

ANHA