‘Partiya Sûriya Pêşerojê ji danûstendina bi hemû nerînan re vekiriye'

Endamê Buroya Têkiliyan a Partiya Sûriya Pêşerojê Merwan Hesen diyar kir ku di mijara çarserkirina aloziya Sûriyê bi awayekî siyasî partiya wan ji her nêrînan vekirî ne û got ku Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi aliyên ku baweriya wan bi çareseriyê siyasî re nayê nabe hevkar.

‘Partiya Sûriya Pêşerojê ji danûstendina bi hemû nerînan re vekiriye'
29 gulan, 2018   06:47

MIHEMED EL-EHEMD – SEMÎRA DAWID / GIRÊ SPÎ

Endamê Buroya Têkiliyan a Partiya Sûriyaya Pêşerojê Merwan Hesen di hevdîtineke xwe de li gel ANHA‘yê ye geşedanên dawî yên li herêmê rû didin û rola partiyê di merheleyên pêş de nirxand.

Merwan Hesen got, "Bi derbasbûna aloziya Sûriyeyê sala xwe ya 8‘emîn  re destwerdanên hêzên navdewletî yên di aloziyê de kûrtir bû, Sûriya niha bûye qada şer a di navbera gelek girupên leşkerî li aliyekî û  rêjîm li aliyekî din."

Hesen nêrîna Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya derbarê aloziya Sûriyê wiha parve kir, "Wekî Partiya Sûriyeya Pêşerojê me ji niştimanbûna Sûriyeyê dest pê kir. Em dibînin ku çareserî ne di hundirê Sûriyeyê de be ne pêkane ye. Li ser vê yekê pêwîste hemû hêzên baweriya wan bi demokrasiyê heye ji bo peydakirina çareseriyê bixebitin."

Merwan Hesen her wiha daxuyakirin ku partiya wan ji her nêrînan derbarê çareseriya siyasî ya ji bo aloziya Sûriyê vekirî ne û amade ne dilyalogan bi rêjêma Sûriye re çêbikin da ku dawî li aloziyê were. Hesen her wiha got ku partiya wan ne amade ye bi komên çekdar ên çareseriyê di aliyê leşkerî de tenê dibînin, hevdîtinan çêbikin.

Endamê Buroya Têkiliyan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê derbarê siyasetên Tirkiyê yên di Sûriyê de wiha anî ziman, " Erdogan dê têkeve ansiklopediaya Guinness ji ber pirbûna daxuyaniyên xwe. Daxuyaniyên wê yek ji cureyên şerê taybet e. Di demênê dawî de bi daxuyaniyên xwe îşaret bi Minbicê kir û digot ku ew ê Minbic ji terorê rizgar bike. Cîhan hemî dizane ku li herêmên Bakurê Sûriyeyê teror nîne. Daxuyaniyên wî rastî nerazîbûnan ji aliyê gelê Bakurê Sûriyê, bi taybetî yê Minbicê tê. Gelê Minbic bi xwe herêma xwe bi rêve dibe û parstina wê dike."

Endamê Buroya Têkiliyan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Merwan Hesen anî ziman ku dewleta Tirk bi binpêkirinên xwe yên li Sûriyê aşîtiyê naxwaze, dixwaze herêmê parçe bike.

(bb)

ANHA