Komîteya Çandiniyê ya Tebqayê piştgiriya xebatên çandiniyê dike

Komîteya Çandiniyê ya girêdayî Meclîsa El-Curniyê dest bi jimartina zeviyên çandiniyê dike û destûrên çandiniyê di çarçoveya alîkariya bi xebatên çandiniyê li herêmê de pêşkêşî cotkaran dike.

Komîteya Çandiniyê ya Tebqayê piştgiriya xebatên çandiniyê dike
Komîteya Çandiniyê ya Tebqayê piştgiriya xebatên çandiniyê dike
28 gulan, 2018   06:10

ISMEHAN UMER / TEBQA

Li ser biryara Karîgeriya Çandiniyê ya girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê, Komîteya Çandiniyê ya Meclîsa El-Curniyê jimartina zeviyên çandiniyê dest pê kir. Di encamê de hejmara cotkarên li ba komîteya çandiniyê hatine qeydkirin û destûr wergirtine 187 cotkarên El-Curniyê û gundewarên wê ne. Jimartina zeviyan hêjî berdewam dike.

Armanc ji vê yekê ew e ku tedbîrên qanûnê bêne standin û rêbazên alîkariya bi cotkaran re bêne hêsankirin, weke peydakirina tova çandiniyê, semad û sotemeniyê.

Li gorî Komîteya Çandiniyê dê ji bo her hiktareke zeviyan 20 lître mazot û 400 kîlo seman peyda bike. Her wiha dê tova çandiniyê jî bi hemû cûreyên wê di herdu demsalên havîn û zivistanê de peyda bike.

Girêdayî mijarê Endamê Komîteya Çandiniyê ya bajaroka El-Curniyê Xalid El-Şihab got ku çalakiya qeydkirina cotkaran hêjî berdewam dike û dê li seranserî herêmê pêk were.

El-Şihab got ku ev çalakî dikeve xizmeta cotkaran da ku bi hêsanî alîkariya wan a çandiniyê were kirin û karibin hilberîna xwe ya çandiniyê bi hêsanî bifiroşin.

(jh)

ANHA