Berhema zeviyên ceh îsal li Şehbayê kêm e

Li kantona Şehbayê û tevahî herêmên Bakurê Sûriyê mewsimê çinîna zeviyên ceh destpê kiriye. Cotkaran destnîşan kirin ku hilbirîna mewism îsal ji sedî 50 kêm bûye. Li kantonê embar û cihên depokirina genim û ceh nîne. Berê hemû genim li Efrînê dihate depokirin.

Berhema zeviyên ceh îsal li Şehbayê kêm e
Berhema zeviyên ceh îsal li Şehbayê kêm e
Berhema zeviyên ceh îsal li Şehbayê kêm e
Berhema zeviyên ceh îsal li Şehbayê kêm e
Berhema zeviyên ceh îsal li Şehbayê kêm e
Berhema zeviyên ceh îsal li Şehbayê kêm e
Berhema zeviyên ceh îsal li Şehbayê kêm e
28 gulan, 2018   06:12

 ŞERVAÎN MUSTEFA/TOLÎN HESEN/ŞEHBA

Jêdera jiyanê ya sereke li gel piraniya şêniyên kantona Şehbayê çandiniye. Cotkarên katnonê ceh, genim, zebze û gelek cûreyên din ên çandiniyê diçîn in. Şêniyên Şehbayê piştî aloziya Sûriyê berhmên xwe li katnona Efrînê difrotin.

Berhem kêm e

Cotkarên Şehbayê dest bi çinîna zeviyên xwe yên ceh kirin. Ji ber barîna baranê di demsala zivistanê de kêm îsal kêm bû, berhemên zeviyan pir kêm bû.di heman demê de baran û lehiyên derng hatin jî gelek ziyan di zeviyan de çêkir. Ev bû sedema ku berhem gelekî kêm bibe.

Berhem pir kêm e û cotkar ji vê yekê bi tirs in. Berhemên zeviyan îsal gelekî kêm tê. Îsal berhem bi rêjeya berhemên genim di zêdeyî 630 hitaran de û ya ceh di zêdeyî hezar û 450 hiktran de kêm bûye. Ev bûye sedema ku bi tonan berhemên îsal ji zeviyên ceh, genim, kemûn, nok, fûl û herwekî din jî kêm bibe."

Cotkarên herêmê destnîşan kirin ku xisarên wan ên îsal pir kêm bûye û di gelek zeviyan de mesrefa xwe dernexistiye. Cotkaran dane zanîn ku berhemên zeviyan îsal ji sedî 50 kêm bû ye.  Di kantonê de 20 deras zeviyên ceh û genim diçin in.

Serokê Komîteya Çandiniyê ya Şehbayê Sibhî El-Ehmed derbarê mijarê de got ku berhemê ceh û genim a îsal gelekî kêm bûye û wiha dom kir: "Di heman demê de depoyên me nîn in ku em ceh û genim, depo bikin. Beriya niha me 18 hezar ton genim li kantona Efrînê depo dikirin.

(dc)

ANHA