'Her qadeke Kurdistanê qadeke berxwedanê ye'

Di dema ku li gelek bajarên cîhanê de û di roja têkoşîna li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê li Kurdistanê de xwepêşandan hatin lidarxistin, li bajarê Kobanê xwepêşandanek hate lidarxistin û hemû pêkhateyên herêma Firatê beşdar bûn û banga bilindkirina asta têkoşîna Kurdistanê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê kirin

'Her qadeke Kurdistanê qadeke berxwedanê ye'
'Her qadeke Kurdistanê qadeke berxwedanê ye'
'Her qadeke Kurdistanê qadeke berxwedanê ye'
'Her qadeke Kurdistanê qadeke berxwedanê ye'
'Her qadeke Kurdistanê qadeke berxwedanê ye'
26 gulan, 2018   10:03

KOBANÊ

Bi hezaran welatiyên deverên cûda yên herêma Firatê li qada Jina Azad a taxa Botan a bajarê Kobanê kom bûn û dest bi xwepêşandanekê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê li Kurdistan, kirin.

Ev xwepêşandan piştî ku komeke ji akademîsyen, ronakbîr, siyasetmedar, partî, komele û saziyên civaka sivîl ên Kurdistanî û cîhanî lîsteyek îmze kirin û têde bang li hemû hikûmet û rêxistinên navnetewî (Netewên Yekbûyî, NATO, Yekîtiya Ewropa û Yekîtiya Dewletên Ereb) û gelên demokrasîxwazên ên cîhanê kirin ku li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê derbikev û alîkariya têkoşîna ji bo azadiya Kurdistanê bikin.

Welatiyan di xwepêşandana xwe de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên ku bêdengiya navnetewî li hemberî destdirêjiyên Tirkiyeyê û bi taybet destdirêjiyên wê yên li dijî welatiyên Efrînê şermezar dikin bilind kirin. Xwepêşandan ji qada Jina Azad dest pê kir û ber bi qada Şehîd Egîd ve herikî.

Endama Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk Dîlber Yûsif ku beşdarî xwepêşandanê bibû wiha got: "Ev rojekek dîrokî ye û dê bibe destpêka qonaxeke nû û emê têkoşîna xwe li dijî hikûmeta Tirk a faşizmê li ser axa xwe bilind bikin. Hemû qadên Kurdistanê qadên berxwedanê ne."

Dîlber got ku divê her kes nas bike ku rizgarkirina Efrînê armanca sereke ye û wiha domand: "Kesên azad ti carî dagirkeriya Tirkiyeyê qebûl nakin. Divê herêma Efrînê û hemû herêmên Kurdistanê bêne rizgarkirin."

Bi heman armancê li gelek bajarên cîhanê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê li herêmên Kurdistanê xwepêşandan tên lidarxistin.

ANHA