Amarîka ji bo binpêkirina agirbestê hişyarî da rêjîma Sûriyeyê

Waşintonê gef li rêjîma Sûriyeyê xwarin ku eger eva dawî agirbesta li bakurrojavayê welat binpê bike dê bersiveke hişk bide.

Amarîka ji bo binpêkirina agirbestê hişyarî da rêjîma Sûriyeyê
26 gulan, 2018   10:21

NAVENDA NÛÇEYAN

Emerîka duh roja Înê hişyarî da ku dê "tedbîr û bersivên hişk û guncaw" li hemberî binpêkirina abirbesta li bakurrojavayê Sûriyeyê bistîne û got ku li gorî raporên ku dibêjin çalakiyeke leşkerî li herêmeke kêmpevçûn a bakurrojavayê welat nêzîk bûye, xemgîn e.

Waşintonê her wiha hişyarî da serokê rêjîma Sûriyeyê Beşar El-Esed da ku qada şer firehtir neke.

Berdevkar Wezareta Karên Derve ya Emerîka Heather Nauert di daxuyaniyekê de wiha got: "Emerîka dê tedbîr û bersivên guncaw li hemberî binpêkirina rêjîma El-Esed werbigire."

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku hêzên rêjîma Sûriyeyê piştî ku li başûrê Dîmeşqê serkeftinek bi dest xwe ve anîn niha ber bi başûrê welat û parêzgeha Deraayê ve diçe.

Çapemeniya girêdayî rêjîma Sûriyeyê jî ragihand ku balefirên Sûriyeyê belavok bi ser herêma Deraayê ve barandin û têde bang li leşkerên opozîsyonê dike ku dest ji çekên xwe berdin.

Li gorî rojnameya El-Ereb hemû nîşande eşkere dikin ku başûrê Sûriyeyê armanca duyemîn a rêjîma Sûriyeyê ye piştî ku Dîmeşq û derdora wê bi dest xwe ve anîn. Li aliyekî din rêjîma Sûriyeyê hêzên xwe yên leşkerî zêde ber bi başûr ve dişîne.