Bi hezaran li Dêrikê û Girkê Legê li dijî dagirkeriya Tirk meşiyan

Bi hezaran şêniyên Dêrik û Girkê Legê di çarçoveya çalakiyên roja 26'ê Gulanê meşiyan û li dijî dagirkeriya Tirk dengê xwe beriz kirin.

Bi hezaran li Dêrikê û Girkê Legê li dijî dagirkeriya Tirk meşiyan
Bi hezaran li Dêrikê û Girkê Legê li dijî dagirkeriya Tirk meşiyan
Bi hezaran li Dêrikê û Girkê Legê li dijî dagirkeriya Tirk meşiyan
Bi hezaran li Dêrikê û Girkê Legê li dijî dagirkeriya Tirk meşiyan
26 gulan, 2018   09:55

 QAMIŞLO

Komeke Akademisyen, Rewşenbîr, Siyasetmedar, partî, komele, saziyên civaka sivîl ên Kurdistanî û cîhanê daxwaznameyek ji NY, NATO, YE, Yekîtiya Ereban  û hemû gelên demokratîxwaz ên cîhanê re pêşkêş kirin û xwestin ku roja 26' Gulanê werkî roja (Roja tekoşîna li dijî dagirkeriya Tirk ji xaka Kurdistanê re) were qebûlkirin. Di vê çarçovyê de îro wê li gelek aliyên cîhanê çalakî werin lidarxistin.

 DÊRIK

Di çarçoveya pêkanîna banga wan îro bi hezaran şêniyên bajarê Dêrik, herêma Koçerat, herêma Beravê yên ji pêkhateyên kurd, ereb û suryanî meşiyan.

Meşvanên ku posterên şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, her wiha pankartên bi nivîsên li dijî dagirkeriya Tirk vekiribûn li Meydana Azadî ya bajarê Dêrikê kom bûn. Di dema meşê de dikandaran dikanên xwe girtibûn û berê xwe dabûn meydana çalakiyê.

Meşvanên ku bê navber diruşme li dijî siyasetên guhertina demografîk ku dewleta Tirk di encama itîfaqa bi Rûsiya, Îran û Rêjîma Sûriyê re pêk tîne, beriz dikirin heta Meydana Şehîdan meşiyan.

Li vir girseya gel deqeyeke rêzgirtinê rawestiya û paşê bi navê Komîtya Amadekar a Meşê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku dê roja 26'ê Gulanê bibin roja tekoşîna li dijî dagirkeriya Tirk ji kanotna Efrînê re û wiha dom kir: "Di dema Efrînê hatiye dagirkerin hemû civaka navdewletî bê denge. AKP û MHP yên faşist hemû qanûn û peymanên navdewletî di siyaseta xwe ya li dijî gelê Kurd û Rojhilata Navîn de binpê kirine."

Di daxuyaniyê de her wiha siyasetên dewleta Tirk û guhertina demokratîk ku dewleta Tirk li Efrînê pêk tîne bi tundî hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku dê berxwedan û tekoşîna şêniyên Efrînê û gelê kurd biserkeve.

Meş bi diruşmeyan bi dawî bû.

GIRKÊ LEGÊ

Di heman çarçoveyê de şêniyên çarçveyê de bi sedan şêniyên Girkê Legê û Çilaxa meşiyan.  Meşvanên ku bê navber diruşme beriz dikirin ji riya ketina navçeya Çilaxa dest bi meşê kirin. Meşvan heta nîvê navçeyê meşiyan.

Li vir meşvan kom bûn û axaftin hatin kirin. Beriya axaftinan girseya gel deqeyekê rêzgirtinê rawerstiyan. Paşê hevseroka PYD'ê Ayîşê Hiso axivî û got ku berxwedana Efrînê bersiva hemû komplo û pîlanên li dijî gelê herêmê pêk tên e.

Li ser navê Kongreya Star jî Menîfe Hisên axivî û got ku di herêmê de pêşketinek mezin tê jiyankirin û wiha dom kir: "Di herêmê de geşdanên mezin têne jiyankirin. Bi taybet dagirkeriya Tirk ji Efrînê re. Mal û milkên welatiyan talan kirin û komkujî li dijî sivîlan pêk anîn. Beranberî vê yekê hemû civaka navdewletî bê deng bû."

Menîfe Hisên di dawiya axaftina xwe de piştgiriya xwe bi gelê Efrînê re anî ziman û got ku ew ê li dijî dagirkeriya Tirk heta dawî tekoşîna xwe bidomîn in.

Meş bi diruşmeyan bi dawî bû.

(dc)