Di rojnameyên ereban de îro çi heye

Destdirêjiyên komên çete yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li dijî welatiyên Efrînê berdewam dikin. Çete welatiyan direvînin û ji bo serbest berdin pereyan dixwazin. Rêjîma Sûriyeyê jî hêza xwe ber bi başûr ve dişîne. Îranê jî ji bo parastina hevpeymana nuklerî 6 roj muhlet dane Ewropayê.

Di rojnameyên ereban de îro çi heye
26 gulan, 2018   06:52

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên îro hatine çapkirin behsa destdirêjiyên dewleta Tirk li dijî welatiyên Efrînê kirin. Her wiha şandina hêzên Sûriyeyê ber bi başûr ve û destwerdana herêmî di Sûriyeyê de. her wiha hevdîtinên bilok û aliyên Îraqê yê di hilbijartinan de bi serketine. Avakirina hikûmeta Lubnanê û rewşa Filestîn, Yemen û dosya nuklerî ya Îranê.

Destdirêjiyên Tirkiyeyê li dijî welatiyên Efrînê

Girêdayî mijara Sûriyeyê rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Li Efrînê ji ber girtinan hêrs zêde bûye û hêzên Tirkiyeyê ber bi Laziqiyê û Idlibê ve." Rojnameyê diyar kir ku welatiyên Efrînê ji ber rewşa xirab a ewlehî û tunebûna xizmetguzariyan giliyên xwe dikin, nemaze piştî şer û pevçûnên beriya çend rojan di navbera komên çete de rû dan û di encamê de hin welatiyên sivîl bûn qurbanî piştre Tirkiyeyê destwerdan kir û evan pevçûn rawestandin."

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku komên çete bi dehan welatiyên sivîl ji bajarê Efrînê û gundewarê wê revandine û welatgiyan jî diyar kirin ku komên çete girtina welatiyan ji xwe re weke bazirganiyekê bikar tînin û malbatên girtiyan neçarî dayîna pereyan dikin da ku serbest bêne berdan, piştî ku rastî lêdan û îşkenceyê tên. Navendê her wiha destnîşan kir ku rewşa welatiyên Efrînê li gel tunebûna xizmetguzariyan û zêdebûna destdirêjiyan trajedîk e.

Deraa li pêşiya du vebijêran e: teslîmkarî ya şer

Di derbarê rewşa şer li başûrê Sûriyeyê de rojnameya Şerq El-Ewsat gotareke xwe wiha bi nav kir: "Rêjîm şandina hêzên xwe ber bi başûr ve berdewam dike." Rojnameya El-Qudis El-Erebî jî gotareke xwe wiha bi nav kir: "Sûriye: rayedarekî opozîsyonê bi cemidandina tabûrên Deraa bi biryara Îmarat hatiye tewanbarkirin.. El-Mihamîd jî: hevpeymaneke Emerîka, Urdunê, Rûsya û Îsraîlê di derbarê başûr de pêk hat." Rojnameya El-Ereb jî manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Başûrê Sûriyeyê li hemberî senaryoya El-Xota El-Şerqiyê rû bi rû ye."

Rojnameyê diyar kir ku hemû nîşandeyên diyar dibin guman dike ku başûrê Sûriyeyê dê rastî êrîşên rêjîmê were, nemaze alîkariyên leşkerî zêde ber bi başûr ve tên şandin û belavokên hişyariyê li herêmê dibarin. Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê hêzên Sûriyeyê roja Înê li ser parêzgeha Deraayê belavok barandin û têde hişyariya çalakiyeke leşkerî ya berdest dike  û bang li leşkerên opozîsyonê dike ku dest ji çekên xwe berdin. Di heman demê de hêzên rêjîmê alîkariyên leşkerî ber bi herêmê ve zêde şandin piştî ku şerê xwe li dijî rêxistina Dewleta Îslamî li başûrê Dîmeşqê bi dawî kir.

Rêbazeke kordîneya Rûsya û Fransa di Sûriyeyê de

Di derbarê destwerdanên di Sûriyeyê de rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Aloziya Sûriyeyê di aliyê hundirîn de çareser dibe û di aliyê navnetewî de gur dibe." Rojnameya Şerq El-Ewsat jî gotareke xwe wiha bi nav kir: " Potîn û Makrûn 'rêbazekî hevbeş' a kordîneya di Sûriyeyê de pêk anîn." Rojnameyê ragihand ku di encama lûtkeya Rûsya û Fransayê de ya li St. Petersburg ya ji bo destpêkirina danûstandineke rasterast di navbera Rûsya û Fransayê de di derbarê Sûriyeyê de piştî demeke ji cemidandina têkliyan.

Tehran piştgiriya hevkariya Kurdan bi El-Malikî re dike da ku hikûmetê ava bikin

Girêdayî mijara Îraqê rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "rayedarekî Kurd: Hevkariya bi 'El-Dehwê' re xala bi nakok e." rojnameya El-Ereb jî sernavekî xwe wiha bi nav kir: "Tehran piştgiriya hevkariya Kurdan bi El-Malikî re dike."

Îraq

Koma Ebadî parçebûna xwe red kir û li benda hevkariya El-Sedir û El-Hekîm e

Rojnameya El-Heyat derbarê mijarê de sernavê "Koma Ebadî yekgirtiye û libenda El-Sedir û El-Hekîm e" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku koma "El-Nesir" ku Serokwezîrê Îraqê Heyder El-Ebadî serkêşiya wê dike agahiyên dibêjin ku destpêka jihevketina koma wan destpêkiriye, red kir û wiha dom kir: "Li aliyê din çavkaniyên nêzî koma Ebadî da zanîn ku ew li bende ye ku hevkariyên xwe bi koma El-Sedir re pêk bîn e.

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de jî got ku agahiyên derbarê parçebûna wê ji rastiyê dûr in û wiha dom kir: "Çavkaniyên nêzî koma Ebadî destnîşan kirin ku di navbera Ebadî û Sedir de hevkarî hatiye kirin."

Luban

Hizb El-Ah ji sazkirina hikûmetê 2 şertan datîne

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê rewşa Lubanê de sernavê "Hizb El-Ah du şertan ji bo avakirina hikûmetê datîne" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku danûstendinên wezarî li Lubanê destpê kiriye û wiha dom kir: "Herdû hêzên Şîa ku Huzib El-Ab û Tevgera Emel nûnertiya wê dike serkeftinên di hilbijartinan de bi dest xistine bikar tîn in.Êdî diyar bû ye ku ew ê doza cihê rêveberiyê bikin."

Îran

Tehran 6 rojan muhletê dide Ewropa

Derbarê rewşa Îranê rojnameya El-Heyat sernavê "Îran 6 rojan muhletê dide Ewropa" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Tehran heta dawiya mehê muhlet da welatên Ewropa da ku çareseriyan pêşkêş bikin. Ji wan piştgiriya Aborî ku şûna vekişîna Amarîka ya ji Itîfaqa Nuklerî dagir dixwaze. Serokê Rûsî Pûtîn behsa derfetekê kir ku bidin Îranê kir."

Filistîn

Ji bo parstina Filistîniyan şêwir tên kirin

Derbarê rewşa Filistînê jî rojnameyan behsa meşên ku Îna duyemîn ji meha Remezanê hate lidarxistin kirin. Rojnameya El-Qudis El-Erebî derbarê mijarê de sernavê "Hejmara beşdarên meşên Xezayê kêm bûne…200 hezar kes vegeriyan Eqsa" avêt. Rojnameya El-Heyat jî derbarê mijarê sernavê "Di hevdîtinên şêwirî yên ji bo parstina filistîniyan pêşketin pêk hatiye.. Şêwir ji aliyê Vîtoya Amarîka ve hatiye çemberkirin" avêt.

Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku di înda duyemîn a meha Remezanê de derdora 200 hezar welatiyên Filistînê tevlî meşê bûn û wiha dom kir: " ji bo Filistînê pirojeyek ji bo parastina filistîniyan hate pêşkêşkirin, piroje bi rêveberiya Kiwêt pêk hatin. Amarîka tekane endama di Konseya ewlekariyê de ye ku ne bi biryarê reye. Ewropa jî derbarê mijarê pêşniyar kirin ku guhertin û sererastkirin derbarê mijarê de pêk werin."

Yemen

Rojnameya El-Heyat li ser rewşa Yemenê sernavê "Hûsiyîn li Sena bihev ketin" avêt. Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî seranvê "Aliyên navdewletî girtina derbekaran ji alîkariyan re, şermezar kirin… Sefrên balafira Sena erênîye" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Wekîlê Sekreterê Giştî yê NY yê karûberên mirovî Mark Lokok diyar kir ku xebatên wan ên mirovî li herêmên bakur rastî bendên derbikaran tê.

(jh/dc)