Bi hezaran Kobanî li dijî dagirkeriya Tirk dimeşin

Bi hezaran welatiyên Herêma Firatê di çarçoveya 26'ê Gulanê (Roja tekoşîna li dijî dagirkeriya Tirk ji xaka Kurdistanê re) dimes in.

Bi hezaran Kobanî li dijî dagirkeriya Tirk dimeşin
Bi hezaran Kobanî li dijî dagirkeriya Tirk dimeşin
Bi hezaran Kobanî li dijî dagirkeriya Tirk dimeşin
26 gulan, 2018   07:59

KOBANÊ

Bi hezaran welatiyên Girê Spî, Ên Îsa, Sirîn û Kobanê di çarçoveya çalakiyên 26'ê Gulanê (Roja tekoşîna li dijî dagirkeriya Tirk ji xaka Kurdistanê re)de  îro li bajarê Kobanê kom bûn.

Komeke Akademisyen, Rewşenbîr, Siyasetmedar, partî, komele, saziyên civaka sivîl ên Kurdistanî û cîhanê daxwaznameyek ji NY, NATO, YE, Yekîtiya Ereban  û hemû gelên demokratîxwaz ên cîhanê re pêşkêş kirin û xwestin ku roja 26' Gulanê werkî roja (Roja tekoşîna li dijî dagirkeriya Tirk ji xaka Kurdistanê re) were qebûlkirin. Di vê çarçovyê de îro wê li gelek aliyên cîhanê çalakî werin lidarxistin.

Bi hezaran welatiyên herêma Firatê di çarçoveya çalakiya 26'ê Gulanê li meydana Jinên Azad a Kobanê kom bûn. Ji vir girseya ku bê navber diruşme beriz dikirin, ber bi Meydana Şehîd Egîd ve dimeşin.

Meşvanan pankartên bi nivîsên li dijî dagirkeriya Tirkiy û siyastên wan derbarê gelê kurd, her wiha bê anvber li dijî kiryarên dewleta Tirk ji qetilkirina zarokan û guhertina demokrafî ya li Efrînê beriz dikirin.

Rêveberên saziyên civakî, Saziyên Rêveberiya Xweser a Kobanê, Fedarliya Barkuê Sûriy, partiyên siyasî jî tevlî meşê bûne. Di heman demê de rûspiyên herêmê û nûnerên eşîrên ereban jî beşdarî meşê bûne. Meşa Kobanê bi diruşmeya "Na ji bêdengiya navdewletî beranberî guhertina demokrafî ya li Efrînê re" hate lidarxistin.

Tê payîn ku meşvanên ber bi Meydana Şehîd Egîd ve dimeşin, li meydanê kom bibin û axaftin werin kirin.

Di heman çarçoveyê de li gelek bajarên cîhanê dê meş werin lidarxistin.

(dc)

ANHA