Serjêkirina sewalan di Remezanê de zêde bûye

Gorandinxaneya El-Mensûra kar û xebatên xwe ya çavdêriya serjêkirina sewalan di aliyê olî û tenduristî de berdewam dike û hejmara sewalên hatine serjêkirin di meha Remezana pîroz de bi awayekî ber bi çav zêde bûye.

Serjêkirina sewalan di Remezanê de zêde bûye
26 gulan, 2018   05:57

MIHEMED HEYAWÎ / TEBQA

Navend û gorandinxaneya sewalan a bajaroka El-Mensûra ya rojhilatê bajarê Tebqayê piştî ku hate sererastkirin di 23'yê cotmeha sala borî de ji nû ve hate vekirin. Armanca vê navendê ew e ku madeya goşt ji welatiyan re were peydakirin û tenduristiya wan were parastin.

Di vê navendê de rojane çavdêriya sewalên tên serjêkirin tê kirin û rojane nêzî 20 sewalan di bin çavdêriya bijîşkê sewalan li gorî pîvanên îslamiyetê de tên serjêkirin.

Bijîşkê gorandinxaneyê  Mihemed Salih El-Sanî di derbarê xebatên gorandinxaneyê de wiha got: "Hemû sewal beriya ku werin serjêkirin tên lêkolînkirin û sewalên nexweş tên dûrxistin û nayên serjêkirin."

El-Sanî di axaftina xwe de diyar kir ku di vê meha Remezana pîroz de hejmara sewalên tê serjêkirin bi awayekî ber bi çav zêde bûne.

ANHA