Gelê Bakurê Sûriyê li dijî dagirkeriyê îro li qadan e

Li ser banga rewşenbîr, akademisyen, partî, komele, saziyên sivîl ên Kurdistanî û cîhanî ku roja 26‘ê Gulanê wekî Roja Cîhanî ya Li Dijî Dagirkeriya Tirkiyê hatî destnîşankirin, gelê Rojava û Bakurê Sûriyê li dijî dagirkeriya Tirkiyê û polîtîkeyên wê yên guhertina demografî meş dê dakevin qadan.

Gelê Bakurê Sûriyê li dijî dagirkeriyê îro li qadan e
26 gulan, 2018   04:10

NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser banga rewşenbîr, akademisyen, partî, komele, saziyên sivîl ên Kurdistanî û cîhanî a ku roja 26‘ê Gulanê wekî Roja Cîhanî ya Li Dijî Dagirkeriya Tirkiyê hatî destnîşankirin, gelê Rojava û Bakurê Sûriyê li dijî dagirkeriya Tirkiyê û polîtîkeyên wê yên guhertina demografî meş dê dakevin qadan.

Kampa "Berxwedana" ya kantona Şehbayê: Meşe saet 10:00 dest pê dike.

Heleb: Meşek bi mişeleyan, saet 21:00 dest pê dike.

Kobanê: Meş saet di 09:00‘an de ji Qada Jina Azadî ya taxa Botana Rojava ber biQadaa Şehîd Egît a rojavayê Bakurê Sûriyê  ve dest pê dike.

QAMIŞLO: Meş saet 10:00‘an ji çerxeriya Sewamai ya li taxa Qenat Siwêş dest pê dike.

Tirbespiyê: Meş saet 09:00 ji pêşiya avahiya Kongreya Star dest pê dike.

Amûdê: Meş saet 16:00‘an ji taxa Şehîd Cûdî dest pê dike.

Hesekê: Meş saet 09:00 ji çerxeriya Sînalko dest pê dike.

(bb)

ANHA