Alîkarî li şêniyên Reqayê hatin belavkirin

Meclîsa Sivîl a Reqayê bi hevkariya komînên taxên alîkariyên ku Rêxistina Alîkariyê ya Rojava û Komeleya Meweda ya Rêxwaziyê şandinbûn li şêniyên taxa El-Nehda belav kirin.

Alîkarî li şêniyên Reqayê hatin belavkirin
25 gulan, 2018   19:58

REQA

Rêxistina Alîkariyên Mirovî ya Rojava û Komleya Xêrxwaziyê ya Mewendê  4 hezar û 500 pakêtên xwarinê ku ji ard û şekir, zeyet û konsirwa pêk dihat ji bo niştecihên taxa El-Nehda şandibûn.

Meclîsa Sivîl a Reqayê bi hevkariya komînên taxa ji duh ve dest bi belavkirinê kiriye.

Her malbatekî turikek ard û yek şekir wergirt.

Derbarê mijarê,  Hevserokê Buroya Rêxistinan û Karûbarên Mirovî yê Meclîsa Sivîl a Reqayê Xelîl Hesen Rebîi got:" Rêxistina Rojava û Komelaya Mewedê 4 hezar û 500 pakêtên xwarinê şandibûn, em jî ji duh ve bi hevkariya komînên taxê alîkariyan belav dikin. Sibe jî belavkirina alîkariyan li şêniyên her 3 beşên taxê berdewam bike.

(şx)

ANHA