ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26.05.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26.05.2018
26 gulan, 2018   04:00

- Pêşveçûnên qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê dê werin şopandin.

- Pêngava Duyemên a Berxwedana Serdemê, çalakiyên ku bi armanca piştgiriya ji bo Efrînê têne lidarxistin, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Li ser banga rewşenbîr, akademisyen, partî, komele, saziyên sivîl ên Kurdistanî û cîhanî ku roja 26‘ê Gulanê wekî Roja Cîhanî ya Li Dijî Dagirkeriya Tirkiyê hatî destnîşankirin, li gelemperiya Rojava û Bakurê Sûriyê li dijî dagirkeriya Tirkiyê û polîtîkeyên wê yên guhertina demografî meş dê werin lidarxistin (BI WÊNE Û DÎMEN)
- Rojnameya Ronahî ku hefteyê du caran weşanê dike, jî 28‘ê Gulanê ve bi awayekî rojane weşangeriyê bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)
- Stranbêjê starnên şoreşgerî yê Inglizî Lee Brickley piştî ku lêhûrbûneke kûr li ser fikirê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çêdike û pê bandor dibe, stranek li ser têkoşîna wî û komploya li dijî gelê Kurd çêkiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Ji ber kêmbûna barîna baranê ya îsal û lehiyên di van demên dawî de ziyaneke mezin bi hilberîna genim a Dêrazorê bû. Cotkaran bang li aliyên têkildar kirin ku alîkariya wan bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Campaniya Pêşxistina Çandiniya Civakî  (KPC) ya kirîn û firotina genim diyar kir ku ji bo îsal nih 100 hezar ton genim di destê wan de heye. Her wiha plan dikin ku 250 hezar tonên din  jî bikirin. Di çarçoveya tedbîrên salê de, ew ê  jî bo 6 mehan ard bikirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Gorandinxaneya El-Mensûra kar û xebatên xwe ya çavdêriya serjêkirina sewalan di aliyê olî û tenduristî de berdewam dike û hejmara sewalên hatine serjêkirin di meha Remezana pîroz de bi awayekî ber bi çav zêde bûye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA